Li Kampa Holê hewldana revê: 18 jin û zarokên DAIŞiyan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê rê li ber hewldana reva 18 jin û zarokên DAIŞiyan a ji Kampa Holê girt.

Li Kampa Holê ya li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ku wekî yek ji kampên herî metirsîdar ên cîhanê tê naskirin, hewldaneke din a revê hat pûçkirin.

Hêzên Asayîşê şeva borî rê li ber komeke jin û zarokên çekdarên DAIŞê girt ku hewl didan ji kampê birevin.

Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henanê ji Rûdawê re piştrast kir ku hêzên ewlehiyê karîne wê hewldanê kontrol bikin.

"Welatiyên Rûsya û Tirkmenistanê ne"

Cîhan Henanê derbarê nasnameya kesên ku hewl dane birevin zanyarî dan û got:

"Ew 18 jin û zarokên DAIŞiyan ku xwestine birevin welatiyên Rûsya û Tirkmenistanê ne." 

Li gorî daxuyaniya Hevseroka Kampa Holê, bûyer şeva borî rû daye.

Cîhan Henanê diyar kir, "Wan jin û zarokên DAIŞiyan şeva borî hewl da ji kampê birevin lê hêzên me rê li ber wan girt."

Kampa Holê nêzîkî 45 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Hisîçayê.

Li kampê bi hezaran malbatên çekdarên DAIŞê dimînin ku piraniya wan jin û zarok in û ji welatên cuda ne.