Egitim-Sen: Dersbijartin divê bi xwesteka zarokan bê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Şaxên Egitim-Senê yên Amedê derbarê proseya diyarkirina dersa bijarte de dibêje Dersbijartin divê li gor pêdivî, behre û xwestekên zarokan bêne kirin ne li gorî xwestekên rayedar û gerînendeyan.

Şaxên Egitim-Senê yên Amedê îro Çarşemê 12yê Çileya 2022ayn derbarê proseya dersa bijarte de civîneke rojnamevanî saz kir û tê de ragihand ku ji alî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê hate eşkerekirin ku dê di navbera 4-20ê meha Çile de li dibistanên navîn û lîseyan dersên bijarte bêne bijartin, gelek girîng e ku zarok û dê û bavê xwe bi hev re vê biryarê bidin û dersên xwe bibjêrin.

Di daxuyaniya xwe de Şaxên Egitim-Senê yên Amedê bal kişand li ser astengiyên hilbijartina dersa bijarte û ragihand: “Her çiqas ku ji alî Wezaretê ve tê gotin ku ev dersan zarok û malbat bi hev re dibijêrin, di rastiyê de wisa pêk nayê û em dibihîsin ku Gerînende li dibistanan li gor xwestekên xwe mecbûr dihêlin ku zarok tenê hinek dersan bibjêrin.”

Şaxên Egitim-Senê yên Amedê tekez dikin ku dersbijartin divê li gor pêdivî, behre û xwestekên zarokan bêne kirin ne li gorî xwestekên rayedar û gerînendeyan û dibêje: “Lê belê rêvebir bi hinceta ku fêrgeh tune, mamoste tune û hwd. Xwendekaran ber bi hinek dersen ku ew dixwazin yan jî ji wan tên xwestin ve bi rê dikin. Ev biryar jî ne li gor feraseta dersên bijarte ye. Li ser vê mijarê civînên ku li gerînendetiya navçeyan û a bajêr bi xwe têne kirin, dilêriyê dide gerînendeyên dibistanan  ku ne li gor rêzikan tev bigarin û van kiryarên şaş pêk bînin.”

Berdewamiya daxuyaniya Şaxên Egitim-Senê yên Amedê wiha ye:

“Bi van helwestan jî xwendekarên ku behreyên xwe pêş de nabin, nirxandinê nakin, napirsin, lêkolînê nakin û biryarên xwe bi xwe nadin derdikevin holê. Ev zarokên wisa jî dikevin rewşeke ku, kî çi bibêje bi a wan bikin û tim di xizmeta kesan de bin.

Jixwe rayedar bi rêbaza azmûnan vê helwesta çewisandinê têra xwe li ser xwendekaran didin meşandin. Nayê xwestin ku tu kes bi deng û renge xwe bigihên. Ev çewisandin li ser xwendekaran bi saya qadroyên ku rayedariyê di saziyên têkildarî perwerdeyê tevan de bi cîh kirine  tê kirin. Her wiha ev helwest ne tene li saziyên têkildarî perwedrdeyê heye, ev qadrobicîhkirin hema bê li hemû saziyan heye. 

Bi vê re jî bi saya van qadroyan gelek kar û barê perwerdeyê bi hevkariya; cemaet, komele û weqfên dînî tê kirin.

Em ji vir de bang li rayedaran dikin. Dev ji helwestên xwe ên li hember zanîn û zanistê ne berdin. Dibistan ne ew ciyan e ku kes yan feraset fikra xwe û baweriya xwe li ser zarokan ferz bikin.

Ew kesên ku di mijara dersen bijarte de zextan li ser malbat û xwendekaran dikin yan jî wan tune dihesibînin.  Em we hişyar dikin. Tiştên ku hûn dikin rast e rast sûc e. Û ku em tesbît bikin em ê derheqî we de banga sûcdariyê bikin. 

Ji malbat û xwendekarên me kî rûqalî van zextan bên bila serî li me bidin, ji alî dadî de heta dawiyê em ê piştgitî bidin wan.  

Ji bilî vê, dema serlêdana dersên bijarte jî bi pirsgirêk e. Zarok niha serî lê didin lê piştî 8 mehên din ev pêk tê. Ev ne rast e. Divê di meha tebaxê de ev kar bibin û di îlonê de jî plansaziya mamosteyan li gor vê bê kirin.

Em dibên bila hemû xwendekar û malbat azad bin. Kî zîmanê xwe dibijêre, kî lî gor behreya xwe dibijêre û kî çi dibijêre bila bibijêre. Ev maf ji alî rayedaran ve bi qanûnan hatiye dayin û sererastkirin.

Em bawer dikin ku hemû reng û deng dikarin bi hev re bijîn. Di nêvengeke demokratik de her gel dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibinin û ev ji me kêm nake  dijberî wê me pêş da dibe.

Dîsa em weke Egîtîm Sen dibêjin ku heta bi dawiyê em ê vê pêvajoya dersen bijarte bişopînin û rê nedin tu neheqiyan.”