Li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dêrsim, Çewlîg, Mereş, Meletî û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û şert û mercên dijwar ên zivistanê dibistan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê ji hefteya borî ve li gelek herêman berf dibare û zivistaneke dijwar heye.

Li Dêrsimê 2 rojan betlane ye

Parêzgariya Dêrsimê ragihand ku ji ber berfê û zivistana tund biryar hatiye dayîn rojên duşem û sêşemê (12-13ê Kanûna Paşîn) du rojan dibistan bên girtin.

Her wiha li Zanîngeha Munzurê jî perwerde du rojan hat rawestandin.

Li gorî daxuyaniyê, li parêzgehê karmendên fermî yên ducanî, astengdar û dayikên ku zarokên wan diçin dibistanên seretayî dê bi destûr bên qebûlkirin û naçin ser kar.

Çewlîg û Sêwaz

Parêzgariya Çewlîgê jî diyar kir ku ji ber berfê û şertên neyînî yên hewayê li tevahiya parêzgehê îro dibistan hatine girtin.

Li Çewlîgê jî destûra îdarî ji bo karmendên ducanî, astengdar û dayîkan heye.

Parêzgariya Sêwazê jî ragihand ku li gorî raporên keşnasiyê berfeke zêde tê payîn û ji ber vê yekê îro dibistan girtî ne.

Karmendên ducanî û astengdar jî bi destûr hatin qebûlkirin.

Li Mereş û Meletiyê perwerde rawestiya

Li parêzgeha Mereşê jî ji ber berfa zêde roja îro dibistan hatin girtin.

Li Mereşê jî heman tedbîrên destûra îdarî ji bo karmendên diyarkirî hatin sepandin.

Her wiha li parêzgeha Meletiyê jî ji ber bandora berfê dibistan îro hatin girtin.