HSDyê bersiv da Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva daxuyaniya Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê da û ragihand ku ti tevgera wan a leşkerî li derdora Meskene û Dêr Hafirê nîne.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa meydanî ya li derdora bajarokên Meskene û Dêr Hafirê daxuyaniyek belav kir û îdiayên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê derewand.
HSDyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku îdiayên derbarê komkirina hêz û tevgera leşkerî ya li wan herêman dûrî rastiyê ne û ti bingehê wan nîne.
"Wezareta Parastinê hincetan diafirîne"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevgerên li qadê yên hêzên hikûmeta Şamê bi xwe ne û wiha hat gotin:
"Ducarekirina van îdiayan ji aliyê Wezareta Parastinê ve ji bo cara duyemîn, hewldanek e ji bo derxistina aloziyan û amadekirina hincetan ji bo şer û gurkirina rewşê.
Em berpirsyariya her encamê dixin stûyê wan aliyên ku li pişt van daxuyaniyan in."
"Mafê me yê parastinê heye"
Hêzên Sûriyeya Demokratîk hişyarî da ku divê dawî li vê nêzîkatiya provakatîf were anîn û helwesta xwe wiha anî zimên:
"Em tekez dikin ku em pabendî vebijêrka aramiyê ne lê di heman demê de mafê me yê rewa yê parastina herêmê û parastina sivîlan parastî ye û em dê tiştên pêwîst bikin."