Huseyîn Çelîk: Divê Tirkiye bibe navbeynkar û xwedî li Kurdên Sûriyeyê derkeve

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezrênerên AK Partiyê Huseyîn Çelîk derbarê bûyerên dawî yên li Sûriye û Helebê ji Rûdawê re axivî û got, "Divê Tirkiye bibe hakem û xwedî li birayên xwe yên Kurd derkeve."

Yek ji damezrênerên AK Partiyê û Wezîrê berê yê Perwerde û Çandê yê Tirkiyeyê Huseyîn Çelîk li ser bûyerên dawî yên li Sûriye, taxên Kurdan ên Helebê û helwesta Tirkiyeyê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Huseyîn Çelîk bal kişand ser hêza Tirkiyeyê ya li herêmê û tekez kir ku divê Enqere di pevçûnan de ne "alî" be, divê "hakem" be.

"Divê Tirkiye bibe navbeynkar"

Çelîk behsa wê yekê kir ku divê Tirkiye li hemberî kaosa li Sûriyeyê rêyeke çawa bişopîne û got:

"Divê Tirkiye wekî dost destwerdanê li vê lihevnekirin û pevçûnê bike. Divê Tirkiye li vir rola hakem bilîze û bibe navbeynkar."

Huseyîn Çelîk diyar kir ku divê Tirkiye aliyên şer li ser bingeha demokrasî û hiqûqê bîne cem hev û wiha pê de çû:

"Tiştê li Dewleta Komara Tirkiyeyê û miletê Tirk tê ew e ku xwedî li birayên xwe yên Kurd ên li Sûriyeyê derkeve.

Nabe ku wan ber dilovaniya Amerîka, Îsraîl, vî û wî de bihêle."

"Îslamîstên qaşo di meseleya Kurdan de dibin nijadperest"

Huseyîn Çelîk bersiv da rexneyên li ser xwe û bi taybetî bal kişand ser nakokiyên hinek kesên ku têgeha "umetê" ji devê xwe naavêjin.

Çelîk got, "Hinek Îslamîstên qaşo yên ku di her mijarê de behsa umetê dikin, dema mijar dibe meseleya Kurdan dibin nijadperestên hejmar yek.

Ez di jiyana xwe ya akademîk û siyasî de jî hem li dijî Tirkîtiyê û hem jî li dijî Kurdîtiyê bûm."

Çelîk tekez kir ku parastina mafan girêdayî nasnameyê nîne û axaftina xwe wiha domand:

"Ez Sunî me lê min neheqiya li hemberî Elewiyan rexne kir.

Ez Misilman im lê min girtîbûna dibistana keşîşan a Rum Ortodoksan rexne kir.

Ji bo ku ez mafên jinan biparêzim ne şert e ez jin bim. Kî mafdar be ez bi dengê bilind mafdariya wî diparêzim."

"Divê mînaka Herêma Kurdistanê neyê jibîrkirin"

Çelîk rexneyên ku berê li ser têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re dihatin kirin bi bîr anîn û got ku asta îro jê re wekî dersekê ye:

"Dema li Kurdistana Îraqê avahiyeke federal dihat avakirin derdorên nijadperest ên li Tirkiyeyê digotin 'Ev ji bo me sedema şer e'. Lê çi bû?

Niha di navbera Tirkiye û Birêvebiriya Bakurê Îraqê de têkiliyên gelekî dostane hene. Tirkiye piraniya hinartina xwe bi wê derê re dike.

Wekî Japon dibêjin; Deriyê ku tu li pey xwe digirî, hişk negire, dibe ku îhtimala vegera te hebe."

"Navê Komara Erebî ya Sûriyeyê şaş bû"

Huseyîn Çelîk bal kişand ser pirsgirêkên binesaziyê yên Sûriyeyê û got ku navê welêt jî yên din dûr dixe.

Çelîk wiha pê de çû, "Komara Erebî ya Sûriyeyê... Birayê min madem hûn Sûriyeyeke nû ava dikin, li wir tenê Ereb najîn.

We bigota Komara Sûriyeyê têra we nedikir? Kurd, Tirkmen, Durzî û Suryanî hene.

Eger we bigota 'Komara Sûriyeyê' dê bibûya navek ku hemûyan li xwe digire."

"Eger agir derkeve dê bi malê jî bikeve"

Çelîk behsa pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî kir û hişyarî da ku bûyerên li Sûriyeyê dê bandorê li siyaseta navxweyî bikin.

Çelîk diyar kir ku tevgera li kolanan ne nîşaneya xêrê ye û got:

"Eger em dixwazin hewlên ji bo çareserkirina meseleya Kurdan bi ser bikevin, divê li derdora me agir dernekeve.

Dema agir derkeve, bi avahiya kêlekê û malê jî dikeve. Di vê pêvajoyê de divê em wisa hesas bin ku wekî selekê hêkan li pişta me be û divê em dilan neşikênin."

Huseyîn Çelîk herî dawî bi bîr anî ku bi milyonan Kurdên li Sûriyeyê xizmên Kurdên li Tirkiyeyê ne û got:

"Pêwendîdarkirina wan a bi rêxistinekê û wan wekî dijmin nîşan bide ne rast e."