Serok Barzanî: Divê rêz li penaberên Ereb ên Sûriyeyî were girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî derbarê kampanyayên li dijî hevwelatiyên Ereb ên Sûriyeyî yên li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî Barzanî diyar kir ku ev tevger li dijî nirxên gelê Kurdistanê û siyaseta fermî ya saziyên herêmê ne.

Serok Barzanî amaje bi rûdanên çend rojên borî yên li bajarê Helebê kir û anî zimên ku mixabin li hinek dezgehên medyayê, medyaya civakî û navendên din de li dijî hevwelatiyên Ereb ên Sûriyeyî yên li Herêma Kurdistanê dijîn kampanya hatine destpêkirin.

Barzanî teqez kir ku ev cure tevger û nêzîkatî ne di cihê xwe de ne û bi ti awayî bi prensîb û nirxên gelê Kurdistanê re naguncin û li dijî siyaseta giştî ya dezgehên Herêma Kurdistanê ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rastiyê de nabe berpirsyariya sûcên hinek kesan bixin stûyê kesên din ku ti pêwendiya wan bi wan sûcan re nîne.

Serok Barzanî got, "Divê rêz li wan penaber û hevwelatiyên Ereb ên Sûriyeyî were girtin ku xwe spartine Herêma Kurdistanê û li vir dijîn."

Serok Mesûd Barzanî daxwaz kir ku divê yekser dawî li van kampanyayên nehêja were anîn û bangî aliyên peywendîdar kir ku rê li ber ducarebûna van cure tevger û nêzîkatiyan bigirin.