Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê alîkariya zêdetirî 8 hezar kesan kir
Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) ragihand ku tîmên wan alîkariya wan kesan dikin ku ji Helebê koçberî Efrînê bûne û di 3 rojên borî de xwarin û pêdiviyên din li wan belav kirine.
Endamê Desteya Birêvebir a Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî îro li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Rewac Hacî got, "Me di 3 rojên borî de 7 hezar û 4 xwarinên germ pêşkêşî koçberan kirine."
Betanî, doşek û cil û berg hatin belavkirin
Li gorî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, wan di 3 rojên borî de 436 pêdiviyên din ên wekî betanî û doşekan belav kirine û ji bo 142 kesan cil û berg dabîn kirine.
Rewac Hacî her wiha got, "Di 3 rojên borî de xizmetguzarî gihiştiye 273 Kurdên koçberbûyî yên Helebê yên li sînorê Efrîn û derdora wê.
Bi giştî ji 8 hezar û 189 kesan re xizmetguzarî hatiye pêşkêşkirin."
"150 hezar koçber gihiştine Efrînê"
Li gorî amarên dezgehê, ji ber şerê 5 rojan ê Helebê nêzîkî 150 hezar koçber gihiştine Efrîn û derdora wê.
Artêşa Sûriyeyê 6ê vê mehê êrişî du taxên Kurdan ên Helebê kiribû û berê sibehê 10ê mehê agirbest hatibû ragihandin û hêzên Kurd vekişiyabûn herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de.