Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê
Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku li navçeya Mîdyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jineke 20 salî bi awayekî bi guman miriye.
Li gorî îdiayan, Çîgdem Akyuza 20 salî 8ê Kanûna Paşîn li navçeya Mîdyadê hewla xwekuştinê daye û bi giranî birîndar bûye.
Li ser agahdarkirina xizmên wê, tîmên tenduristiyê Çîgdem Akyuz bir Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê.
Ji ber ku rewşa wê giran bû, ew paşê sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hat kirin.
Hat zanîn ku Çîgdem Akyuz tevî hemû midaxeleyên bijîşkan jî miriye.
Cenazeyê Çîgdem Akyuzê ji aliyê xizmên wê ve li gundê Heştrekê yê Mîdyadê hat veşartin.