Piştî şerê 6 rojan karwanê yekem ji Efrînê vegeriya Eşrefiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê yekem ê Kurdên taxa Eşrefiyeyê ya Helebê ku koçberî Efrînê bûbûn, vegeriyan malên xwe.

Hat ragihandin ku di vî karwanî de 700 malbat hene.

Kurdên Eşrefiyeyê careke din vedigerin taxa xwe ya ku di encama şer û pevçûnên pênc rojan de wêran bûbû.

Berpirsekî Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku di vî karwanî de 700 malbat cih digirin.

Birêvebirê Herêma Efrînê Mesûd Betal derbarê vegerê de daxuyanî da û got:

"Ev karwanê yekem ê xelkê Eşrefiyeyê ye ku vedigere. Nêzîkî 10 otobusan û 700 malbatan pêk tê ku ji Efrînê vegeriyane taxa Eşrefiyeyê."

"Em li malên xwe vedigerin"

Kesên vegeriyayî bi hêvî ne ku careke din neçar nemînin ji malên xwe derkevin û ti zext û guvaş li wan çênebe.

Niştecihê Eşrefiyeyê Mihemed Şêxo hestên xwe anîn zimên û got:

"Pênc roj bûn ez ji Eşrefiyeyê derketibûm, ez li Efrînê bûm û niha em li malên xwe vedigerin, spas ji bo Xwedê."

Zêdetirî 140 hezar kes koçber bûbûn

Şerê li taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) 6 rojan berdewam kiribû.

Li gorî amarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), ji ber wî şerî zêdetirî 140 hezar kesan berê xwe dabû Efrînê.

Her wiha li gorî Ofîsa Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser, 180 malbat jî gihiştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.