Mihemed Şêxlî: Bikaranîna hêza leşkerî ya li dijî sivîlên Helebê sûcekî şer e

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê hiqûqa navneteweyî û Birêvebirê Navenda Dadweriyê ya Ereban a li Brîtanyayê Mihemed Şêxlî ragihand ku êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ku tê de sivîl hatine kuştin û malbat hatine koçberkirin, di asta "sûcê şer" de ne.

Mihemed Şêxlî ji Rûdawê geşedanên dawî yên Helebê nirxandin.

Şêxlî diyar kir ku desthilata navendî ya li Şamê desthilateke "veguhêz" û "nedestûrî" ye, ji ber ku ne bi rêyên destûrî lê li ser bingeha "rewayiya şoreşgerî" hatiye ser kar.

"Desthilata veguhêz nikare hêza leşkerî bi kar bîne"

Şêxlî destnîşan kir ku ti desthilateke demkî xwedî desthilatên berfireh nîne û mafê wê tune ye ku ji bo çareserkirina nakokiyên navxwe hêza leşkerî bi kar bîne.

Li gorî wî, erkê desthilata demkî amadekirina mercên guncav ên ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê û avakirina mecliseke damezrîner a ji bo nivîsandina destûrê ye.

Mafnas Şêxlî got, "Bikaranîna hêza leşkerî ya zêde ya li dijî gel, bêyî sînorên destûrî, dikeve çarçoveya sûcên şer û li dijî Peymanên Cenevreyê yên sala 1949an e."

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê berê ragihandibû ku li Helebê ciwan tên revandin û kuştin, malên sivîlan tên talankirin û bêhurmetî li termên şervan û sivîlan tê kirin.

Şêxlî li ser van îdiayan got, "Divê her îdiayeke derbarê binpêkirina mafên mirovan de were belgekirin.

Eger ev sûc werin îsbatkirin, divê serî li Serdozgeriya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) were dan."

Şêxlî her wiha diyar kir ku nûneratiya Rêveberiya Xweser dikare bi nameyeke fermî û bi belgeyan serî li Serokatiya Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bide.

Mihemed Şêxlî teqez kir ku eger ev îdia rast bin, ev sûcên li dijî mirovahiyê ne û berpirsên wan dê li pêşberî hiqûqa navneteweyî werin darizandin.

"Guhertina demografîk sûcê li dijî mirovahiyê ye"

Pisporê hiqûqê Şêxlî bal kişand ser hewldanên "guhertina demografîk" û got ku li gorî Statuya Romayê ya sala 1998an, guhertina demografîk, qirkirina etnîkî û koçberkirina bi darê zorê sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Şêxlî li ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî, Efûya Navneteweyî û Human Rights Watchê jî got,"Ez bawer nakim ku ev bêdengî ji ber sedemên siyasî be. Ç

Ev bûyer di dema bêhnvedana sersalê de qewimîn. Dibe ku ev yek bibe sedema derengketina raporan. Lê di rojên pêş de em li benda raporên van rêxistinan in."

Mihemed Şêxlî di dawiyê de bi bîr anî ku di sûcên li dijî mirovahiyê de "parastina serokatiyê, dîplomatîk an parlamenteriyê" tune ye û mînaka darizandina serkirdeyên Sirb ên ku di salên 90î de li Bosnayê sûc kiribûn, nîşan da.