Li Qersê guran kûçikê gundiyan xeniqand û bir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şûregelê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, gurên ku ji ber birçîbûnê daketin gund kûçikek xeniqand û bi xwe re bir.
Li Bakurê Kurdistanê nêzîkî du hefteyan e berf û zivistaneke dijwar heye.
Ji ber zivistana dijwar ajelên kovî ku nikarin xwarinê peyda bikin dadikevin nav gundan û dibin sedema metirsiyê.
Kamerayan kêliya êrişê qeyd kir
Bûyer doh li gundê Terpeniyê yê navçeya Şûregelê qewimî.
Du gurên ku daketin nav gund, kûçikê kesekî bi navê Erhan Demir xeniqand û piştre li gel xwe bir.
Dîmenên dema hatina guran û birina kûçik ji aliyê kamerayên ewlehiyê yên malê ve hatin girtin.