Di hilbijartinên Cemxaneya Dêrsimê de pevçûn derket

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema hilbijartinên Cemxaneya Dêrsimê de di navbera alîgirên du namzedan de pevçûn derket.

Piştî ku namzedekî cihê kongreyê terikand, Alî Ekber Yurt careke din wekî serok hat hilbijartin.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, doh kongreya Cemxaneya Dêrsimê (Komeleya Belavkirina Çanda Haci Bektaşî Velî û Alîkariyê) hat lidarxistin.

Serokê niha Alî Ekber Yurt û Alî Onal wekî du namzedan beşdarî kongreyê bûn.

Alozî û tawanbarî

Piştî ku hilbijartina dîwanê hat kirin û rapora çalakiyan hat xwendin, berî ku serokê Cemxaneyê were hilbijartin, Alî Ekber Yurt û Alî Onal hevdû tohmetbar kir û di navbera wan de alozî derket.

Alî Onal piştî aloziyê li gel alîgirên xwe cihê hilbijartinê terikand û derketin derve.

Alî Ekber Yurt wekî yekane namzed ma û bi wergirtina 78 dengan careke din bû Serokê Cemxaneya Dêrsimê.

Pîrê Elewiyan Mehmet Halîs li ser sedema aloziyan axivî û got:

“Serokê niha (Alî Ekber Yurt) nêzîkî 7 salan e serok e lê xizmeta vê rêyê nake.

Em wiha difikirin ku vî karî ji bo bidestxistina postên siyasî û dewletê bi kar tîne.

Ji ber vê yekê em li dijî wî ne, eger na neyartiyeke me ya şexsî nîne.”

Alî Onalê ku beşdarî hilbijartinê nebû diyar kir ku kongre li gorî baweriya Elewiyan nayê kirin û got:

"Em vê kongreya ku bi nêzîkatiyeke ne li gorî baweriya Elewiyan tê lidarxistin, aloziyê çêdike û gefan li mirovan dixwe, qebûl nakin.

Kongreyeke ku bi helwesta alîgiriyê ya serokê dîwanê tê lidarxistin, dê di dilê civaka Elewiyan de cih negire û di dilê me de jî cih negirtiye.

Ji ber vê yekê, em ji kongreyê derketin.”

Îdiayên gendeliyê

Onal destnîşan kir ku ew dê li benda encama dozê bin ku hîn li dadgeha îstînafê ye û wiha pê de çû:

"Ew li vir lîstika xwe dilîzin. Ti pêwendiya vê nêzîkatiyê bi Elewîtiyê ve nîne.

Em ne li dûv kursiyan in. Îtîrazên me li dijî xizmetên ku li vir tên pêşkêşkirin û îdiayên gendeliyê ne.

Ti wateya mayîna li cihekî wiha nîne ku em nikarin van pirsgirêkan bînin ziman."