Doz li Mela Mezher tê vekirin: ‘Heqaret li jinan kiriye’

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê ragihand ku Mela Mezher Tahir heqaret li jinan kiriye û ew dê bi rêya Dozgeriya Giştî dozê li wî vekin.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê îro li ser gotinên Mela Mezher Tahir ên derbarê jinan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mela Mezher li ser kanaleke medyayî rola jinan biçûk xistiye û bêrêzî li wan kiriye.

"Wekî xizmetkar nîşan dane"

Desteyê di daxuyaniya xwe de amaje bi naveroka gotinên wî kir û got:

"Mixabin wî di çarçoveyeke teng de li rola jinan nêriye, rola wan kêm kiriye û ew wekî xizmetkarên ku tenê erkê wan di malê de ye nîşan dane."

Desteyê tekez kir ku ev gotin "bi temamî li dijî bingehên olan, prensîbên mafên mirovan û jinan in."

Doz tê vekirin

Desteya Mafên Mirovan ragihand ku ew dê dozê li Mela Mezher vekin û sedemê wê jî wiha eşkere kir:

"Em dê bi rêya Dozgeriya Giştî vê dosyeyê bişopîne û wî bidin dadgehê.

Çimkî gotinên Mela Mezher li dijî Madeya 14an a Destûra Îraqê ne ku bi zelalî behsa wekheviya di navbera jin û mêran de dike."

Banga li Wezareta Ewqafê

Desteya Mafên Mirovan her wiha bangî  saziyên pêwendîdar kir:

"Em hêvî dikin ku Wezareta Ewqafê û Yekîtiya Zanayan li hemberî wan kesên ku di bin navê ol û mîmberan de mafên xelkê bin pê dikin, tedbîrên pêwîst wergirin."