Dengir Mîr Firat: Ez ji HDPê ne namzedim

12-02-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Dengîr Mîr Firat ku damezrînerekî yê AK Partiyê ye, ragihand ku ew dê hilbijartinên 7 Hezîranê de nebe namzed û got ku ewê piştevaaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bike.

 

Di dema hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de Firat piştgiriya Hevserokê HDPê Selahatin Demîrtaş kiribû. Beriya niha jî dihat gotin ku ewê  tevlî HDPê bibe.

 

Dengîr Mîr Firat ji Rûdawê re got ku niyeta wî nîne bibe namzed û wiha domand: “Hem tenduristiya min ji ber vê yekê ne guncan e û hem jî ez rast nabînim  piştî ku min dest ji AK Partiyê berdayî, ji partiyeke din bibim namzed. Ji ber vê yekê jî ez ji HDPê nabim namzed. Pêşniyaz nedane min lê bidin jî ez na hizirim bibim namzed. Lê di hilbijartinan de çi ji destê min bê ezê ji bo HDPê bikim.”

 

Firat anî ziman ku divê HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe û wiha got: “Ji bo ewleya azadî û demokrasiya Tirkiyeyê divê HDP benda hilbijartinê derbas bike. Ez ne namzedim lê dibe ku ez tevlî partiyê bibim.”

Firat got ku biryara HDPê ya weke partî beşdare hilbijartinan bibe rast e û wiha pêşniyarî da wê:

 

 “Pêwîst e HDP bibe partiyek a Tirkiyeyê. Divê ne bi tenê li heremekê divê li hemû derên Tirkiyeyê rêxistin bibe û siyasetê bike. Pêwîst e bergiriya azadiya hemû gelan ji xwe re bike armanc. Divê pêşniyariya namzediyê bibe ji kesên ku nûneritiya civakê dikin re. Çima jinek serî girtî yan jî zilamek rih spî nebe parlamenter?”

 

Firat bal kişand ser wê yekê ku HDP dê ji benda hilbijartinê derbas bibe û hemû kesên ku demokratîk dê bi hêviya HDP pêşiya AK Partiyê bigirin dengên xwe bidine.

 

Cîgirê berê yê AK Partiyê Firat got ku dibe ku HDP li Tirkiyeyê bibe partiya sereke ya dijbereyê û derbarê sîstema serokatiyê de jî wiha got:

 

“Tişta ku li serê Erdogan de ne sîstema serokatiyê ye. Dema ku ez wek hiquqnasekê li mijarê dinêrim ez dibînim ku tişta AK Partî dixwaze dîktatorî ye. Heger sîstema serokatiyê bê divê destûra bingehîn ji serî ve bê guhertin. Divê wekî Amerîkayê cudabûna hêzan hebe û parlamento jî xwdî hêzek mezin be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst