14 Photos
Silêmanî (Rûdaw) – Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê konfransek bo Kurdên Êzidî lidarxist.
Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê bi amadebûna hejmarek mamostayên zanêngehê û pisporên yasayî û regezî, konfransek derbarê bi cenosîdnaskirina komkujiyên li hember Kurdên Êzidî lidarxist.
Di vê konfransê de behsa wê yekê hat kirin, ku çawan dikarin dosyaya komkujiyên li hember Kurdên Êzidî bigihînin Dadgeha Navdewletî ya Tawanan.
Di roja 3ê Tebax a 2014ê de çekdarên DAIŞê êrişî Şingalê û deverên din ên cihê akincîbûna Kurdên Êzidî kirin û hejmarek zêde ya Kurdên Êzidî komkuj kirin û bi hezaran keç û jin jî revandin.