Li Qamişlo dermanên hatine avêtin li berdestên zarokan in

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hinek dermanên dem di ser re derbas bûne, avêtine zibilxanê  û ew jî bo zarokên diçin ser zibilxanê bûye metirsî.

Li gor dîmenên çavkaniyeke taybet ji Qamişlo bo Rûdawê şandine, dermanên kevin ku dem di ser re derbas bûne, avêtine nava Qamişlo, li Qenat Swês li ber destan in.

Gelek caran zarok diçine nav wê zibilxaneyê û birina wan dermanan dikare ji wan zarokan re bibe metirsî.

Pêwîst e, dermanên dem di ser re derbas bûne bi awayekî taynet bêne jinavbirin.