Li Cindirêsê grûpên çekdar dest danîne ser alîkariyan

12-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Cindirês Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Cindirês a Efînê li Rojavayê Kurdistanê, grûp çekdar dest danîne ser hinek alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê hatine şandin.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman ragihan ku grûpên weke çekdarên “Artêşa Niştîmanî” bi taybet çekdarên Sultan Murad û Emşat û Mutesim li Efrînê, berî çend rojan karwanekî alîkariyan ji ku ji bajarê Babê berê xwe dabû Cindirêsê, çekdaran dest danîn ser alîkariyan û bi awayekî ne rewa belav kirin.

Ramî Ebdulrehman got: “Çekdarên Artêşa Niştîmanî bi taybet komên Sultan Murad û Emşat û Mutesim li Efrînê, beriya çend rojan karwanekî alîkariyan ji navxweya Sûriyê berê xwe da Cindirêsê, taybet ji bajarê Babê, çekdaran dest danîn ser alîkariyan û bi awayekî ne rewa belav kirin, me dît dema karwanên alîkariyan ji Herêma Kurdistanê derbasî Cindirêsê bû çawa xelk giriyan, xelkê hest kirin ku hêvî maye û kesî wan ji bîr nekiriye, me bal kişand ser Cindirês ji ber ku ew bajarokeke biçûk e û xirabiyeke mezin li wir û gundên wê çêbûye bê ku tîmên rizgarkirin û bijîkî bigihêje wê.”

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan a Sûriyê herwiha got: “Çekdar li ber dergehê ofîsên pereyan disekinin û çi kesê pere jê ji derve bê pereyên wî desteser dikin, welatî jî newêrin bersiv bidin ji kuştinê ditirsin, kesên pere û alîkariyan didizin bê exlaq in, ew hevbeşên kuştina wan kesên bira, mirov û zarokên xwe ji dest dane.”

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê Rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê Rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Sûriyê û Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst