Çekdarên opozîsyonê rê nadin alîkariya Rêveberiya Xweser derbas bibe

12-02-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Çekdarên opozîsyonê rê nadin alîkariya Rêveberiya Xweser derbas bibe
Çekdarên opozîsyonê rê nadin alîkariya Rêveberiya Xweser derbas bibe
Nîşan Erdheja Mereşê Rojavayê Kurdistanê Cindirês Efrîn Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser dixwaze alîkariyan derbasî herêmên erdhejê bike, lê dibêje lê hêzên opozisyona Sûriyê li navçeyên Efrîn û bakur û rojavayê Sûriyê rê nade wan ku alîkarî derbas bibin.  Çalakvan Ehmed Berho ji Efrînê ji Rûdawê re got ku alîkariya ku Dezgeha Xêrxwazî Barzanî aniye yekser hat dabeşkirin, lê alîkariya Rêveberiya Xweser ji ber sedemên siyasî Tirkiyê nahêle derbas bibe.

Piştî kêmbûna lêgerîna li qurbaniyan û bêdengiya amêrên proseya derxistina kesên li bin kavilan, li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Herêma Efrînê, ziyandîtiyên erdhejê, li ser kavilên malên xwe yên wêranbûyî, radixwestin.

Kesên rizgarbûyî jî, can û mal ji destên wan çûne û  di rewşeke gelekî zehmet de mane.

Li gorî ku nişteciyekî Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandiye, %90 ji Cindirêsê wêran bûye û xelk derbider bûne.

Karwanekî alîkariyên mirovî yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihiştiye Efrînê.

Berpirsên wî karwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandiye, 12 barhilgirên alîkariyan, ji av,xwarin, betanî, sobe, derman û çadiran, gihandine wan navçeyan, bi taybetî Cindirês,Şiye û Efrînê.

Çalakvanê ji Efrînê Ehmed Berho got: “Alîkariyên mirovî bi rêya karwanên ku ji Kurdistana Iraqê hatine, ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, yekser rêveberê wî karwanî, birêz Mûsa Ehmed ligel wezîrê tendirustiyê yê Hikûmeta Demkî û hin berpirsên Artêşa Niştimanî, civiya, ji bo nirxandina pêdiviyên sereke, û gerên li nav navçeyên ku ziyan ji erdhejê gihiştiye wan. Rêveberiya Xweser jî tekez kiriye ku, wê bi dehan tankerên sûtemeniyê û alîakriyên xwarinê yên lezgîn, amade kirine, lê bi sedema redkirina Tirkiyê û Hikûmeta Demkî, rê pê nehate dan, ku derbas bibin, ji ber sedemên siyasî.”

Tîmeke Heyva Sor a Kurdî ji Rojavayê Kurdistanê banga xwe digihîne Civaka Navdewletî ku rê bi wan bê dan ji bo alîkariyan bigihînin wan navçeyên ziyandîtî û ev mijara mirovî ji siyasetê bê dûrxistin.

Bijîşk ji Rêveberiya Heyva Sor a Kurdî – Rojavayê Kurdistanê Ciwan  Hemê jî got: “Ji vê derê ez banga xwe arasteyî Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî dikim, ku destêwerdanê bike, ji bo rawestandina van mijaran, da li me hemûyan bê nerîn, weke kesên Sûrî. Em amadebûna xwe radigihînin ku berê xwe bidin çi navçeyeke ziyandîtî li Sûriyê, ji Cindirêsê heta Selqîn, Harim, Sermeda, Ceblê û navçeyên me yên din ên ziyandîtî. Karê me mirovahî ye, em hêvî jî dikin ev karê me ji têgeha siyasetê bê dûrxistin.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, dibêje wê bêhtir ji karwanekî amade kiriye ji bo derbasî navçeyên ziyandîtî bibe, lê grûpên çekdar li navçeyên Efrîn û bakur û rojavayê Sûriyê rê nade wan.

Hevserokê Fermangeha Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mela Ibrahîm jî got: “Niha karwanekî me heye li Deriyê Um Celûd, rawestiyaye. Heta niha ji aliyê navçeyên dagîrkirî ve bersiva me nehatiye dan. Em banga xwe digihînin nerîna giştî ya cîhanê, ji bo vekirina deriyan, bi mebesta derbaskirina alîkariyan, ku ji Rêveberiya Xweser hatine pêşkêşkirin, ji bo kesûkarên me yên ziyandîtî.”

Di heftemîn roj de, piştî erdheja ku 06ê vê meha Sibatê çê bû, bi hezaran kes bûne qurbanî û bi hezaran kes jî derbider bûne û alîkariyên ku têne pêşkêşkirin têra pêdiviyên wan nakin, ji ber ku qebareya ziyanê gelekî ji qebareya wan alîkariyan mezintir e, weke ku xelkên wan navçeyan bi xwe dibêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst