Mele Zahîd Çîftkuran: Mafê zimanê dayîkê mafekî Xwedayî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyê olî û zanayê Îslamê Mele Zahîd Çîftkuran ragihand ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî xwezayî û Xwedayî ye.
Çîftkuran her wiha destnîşan kir ku li gorî dînê Îslamê, ti ziman ji yê din ne pêştir e.
Mele Zahîd Çîftkuran beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser girîngiya zimanê dayîkê ji perspektîfa Îslamê nirxandinên girîng kirin.
"Mafê zimanê dayîkê mafekî Xwedayî ye"
Mele Zahîd Çîftkuran diyar kir ku her mirovekî ku tê dinyayê, Xwedê mafê zimanê dayîkê dayê û ev maf ji aliyê ti hêz û dewletekê ve nayê dayîn.
Melay Kurd di berdewamiyê jî de bal kişand ser rewşa Bakurê Kurdistanê û got:
"Li Bakurê Kurdistanê nêzîkî 25 milyon Kurd hene lê mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê tune ye.
Ev mafekî Xwedayî ye û her kes mafdar e ku bi zimanê dayîkê perwerdeyê bibîne."
Ziman di Quranê û ayetan de
Mele Zahîd Çîftkuran ji bo girîngiya cudahiya zimanan bal kişand ser ayetên Quranê û wiha axivî:
"Xwedê di Sûreya Hucuratê de dibêje ku wî mirov kirine gel û qebîleyên cuda da ku hevdu nas bikin.
Her wiha di sûreyên Hûd û Nehlê de jî tê diyarkirin ku cudabûna zimanan nîşaneya mezintiya Xwedê ye.
Înkarkirina zimanekî, înkarkirina ayetên Xwedê ye."
"Di Îslamê de serdestiya zimanan tune ye"
Mamosteyê olî bi bîr xist ku di dînê Îslamê de ti nijad an jî ziman ji yê din ne mezintir e.
Melayê Kurd daxuyand ku Hz. Mihemed di Xutbeya Vedayê de ev yek bi zelalî gotiye û wiha domand:
"Hz. Mihemed gotiye ku ti serdestiya Erebekî li ser ne-Erebekî tune ye. Hemû mirov ji Adem in û Adem jî ji axê ye.
Serdestî tenê bi teqwayê û nêzîkbûna bi Xwedê re dibe."
Berpirsiyariya mela û malbatan
Mele Zahîd Çiftkuran rexne li wan mela û zanyaran girt ku li hemberî windabûna zimanê Kurdî bêdeng dimînin.
Alimê Kurd Mele Zahîd Çîftkuran diyar kir ku ziman emanetekî Xwedê ye û parastina wî ferz e wiha pê de çû:
"Pergal dixwaze vî zimanî tune bike. Ew kesên ku dibêjin em mela ne lê zimanê xwe neparêzin, xiyanetê li vî emanetî dikin.
Pêvîst e mela di nav xelkê de bi zimanê Kurdî biaxivin û malbat jî di nav malê de bi zarokên xwe re bi vî zimanî bipeyivin da ku ziman nemire."
Mele Zahîd Çîftkuran di dawiya axaftina xwe de bangî hemû aliyan kir ku ji bo parastina zimanê Kurdî bixebitin û vê yekê wekî erkeke dînî û mirovî bibînin.