Li Amedê welatiyekî 84 salî winda ye: 5 roj derbas dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî 84 salî ji 8ê mehê ve winda ye û xebatên lêgerînê didomin.

Salih Ertaşê 84 salî yê ku astengdar e 8ê Sibatê li gundê Çaglayanê yê navçeya Pasûrê ya parêzgeha Amedê ji malê derket û careke din venegeriya.

Piştî ku malbata kalê 84 salî nikarî bi hewlên xwe wî bibîne, agahî da aliyên pêwendîdar.

Li ser agahdarkirinê, tîmên AFAD û cendirmeyan ji bo dîtina wî li herêmê dest bi xebatên lêgerînê kir.

Tîmên rizgarkirinê tevî xelkê gund, li rûbar, zevî, daristan û herêmên nêzîkî avê li şopeke Salih Ertaş digerin.

Tevî ku 5 roj di ser windabûna wî re derbas dibin jî şert û mercên hewayê dijwar in û heta niha ti agahî yan şopek jê nehatiye dîtin.

Xebatên tîman li herêmê bênavber didomin.

Xizmên Salih Ertaş li benda xebera xêrê ne.