MÊRDÎN - Çawîşên pispor ên ku zêr dizîbûn hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, çar kesên ku bi cilên polîsan zêringerek şelandibû hatin girtin ku du ji wan çawîşên pispor in.
Hat zanîn ku wan çar kîlo zêrên wî zêringerî dizîbûn.
Zêringerê bi navê B.T. berî çend rojan dema li gel sê kesên din ji navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ji bo firotina zêran diçû Şirnexê, li navçeya Midyadê ji aliyê çar kesên ku cilên polîsan li xwe kiribûn hatibû rawestandin.
Wan kesan bi zorê dest danîbû ser çar kîlo zêrên wî zêringerî û biribûn.
Du çawîşên pispor hatin girtin
Li ser giliyê B.T. derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û cendirmeyan ji bo desteserkirina şêlankeran dest bi xebatê kir.
Di encama lêpirsînê de hat tesbîtkirin ku kesên zêringer şêlandine du çawîşên pispor ên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê û du hevalên wan in.
Cendirmeyan çawîşê pispor Burhan Gokalpê ku li Amedê dixebite, çawîşê pispor Veysel Burak Aktanê ku li Şirnexê dixebite û her du hevalên wan Kaan Kara, û Kalender Turkoglu desteser kirin.
Her çar kes bi biryara dadgehê hatin girtin û ew şandin girtîgehê.