Platforma Amedê bi serokên partiyan re dicive
Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Parastin û Piştgiriya Bajêr a Amedê ragihand ku ew dê ji bo çareseriya doza Kurdan û nirxandina pêvajoya heyî bi serokên partiyên siyasî yên ku komên wan li Parlamentoya Tirkiyeyê hene re bicivin.
Platforma Parastin û Piştgiriya Bajêr a Amedê îro daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ew dê îro û sibê bi serokên partiyên siyasî re hevdîtinan bikin.
“Em dê hêvî û fikarên civakê bigihînin mixetaban”
Platformê destnîşan kir ku ev ziyareta duyem e û wekî berdewamiya peywendiyên berê ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew dê hêvî û fikarên civakê yên li ser pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurdan bigihînin mixetaban.
“Divê parlamento roleke çalak bigire”
Platformê diyar kir ku divê pêvajo bi awayekî zelal û bi plansazî bi pêş ve biçe.
Her wiha hat xwestin ku parlamento roleke çalaktir bigire ser xwe û pêşniyarên li ser gavên şênber ên ku piştgiriya civakî zêde dikin werin parvekirin.
Platformê her wiha amaje pê kir ku di çarçoveya berpirsyariya sivîl de dê hevdîtinên wan ên bi beşên din ên civakê re jî bidomin.