Li Amedê dema fêrbûna ziman e: Serlêdan berdewam dikin

Amed (Rûdaw) - Şaxa Parastin û Bipêşxistina Ziman a Daîreya Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo serdema biharê dest bi wergirtina serlêdanên kursên Kurdî kir.

Li gorî ragihandina şaredariyê, serlêdan dê di navbera 7 û 16ê Sibatê de werin kirin.

Ev kurs ji bo kesên ku temenê wan ji 16 saliyê mezintir e.

Kursên ziman dê bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî (Zazakî) û zimanên Ermenî û Suryanî bin.

Li gel kursên ziman, bi awayekî hevdem dê atolyeyên xwendin û nivîsandina Kurdî jî ji bo welatiyan werin vekirin.

Di serdema payîzê de 250 welatiyan perwerdeya zimanê Kurdî dîtibû.

Kapasîteya serdema nû ya kursan jî 250-300 kes e.

Mamosteyên kursan dibêjin, tevî dersên vebijêrkî divê ji bo fêrbûna Kurdî her derfet baş were bikaranîn û li gel vê yekê daxwaza fermîbûna Kurdî jî her berdewam bike.

“Ji ber tirsê fêr nebûne”

Mamosteyê Kurdî Yasîr Orak diyar kir ku yên serî li kursan didin Kurd in lê ji ber şert û mercan hînî zimanê xwe nebûne û got:

"Bav û kalên wan jî Kurd in, dapîrên wan jî Kurd in.

Lê mixabin ji ber ku di zarokatiya xwe de hîn nebûne, ji ber tirsê û hinek sedeman malbatan zarokên xwe fêr nekirine, heta hatine emrê 20-30-40î zimanê xwe hîn nebûne.

Heta kursiyerên me yên 50-60 salî jî hene, mixabin heta vî emrî zimanê xwe yê dayikê hîn nebûne.”

Welatî eleqeyeke zêde nîşanî wan kursan didin ku di bin banê Şaxa Parastin û Bipêşxistina Ziman a Daîreya Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin de tên lidarxistin.

“Rewşa Zazakî xerabtir e”

Mamosteyê Kurdî Denîz Gunduz bal kişand ser rewşa zaravaya Kirmanckî (Zazakî) û wiha axivî:

“Niha rewşa Zazakî li gorî Kurmancî xerabtir e. Divê ji bo Zazakî di saziyên me de hinek pêşengî were kirin.

Divê kesên xwende parastinê bikin. Yanî divê ji bo Zazakî tedbîr werin girtin.”

“Xizmeteke alternatîv e”

Mamosteyê Zimanê Kurdî Nûh Bozkûr jî di vê dema ku prêvajoya serlêdana dersên vebijarkî didome de, amaje bi girîngiya hilbijartina dersên Kurdî kir û got:

“Di serdema berê ya kursan de me 250 kesî girtibûn.

Divê baş were zanîn, ev kursên me û ev xizmeta em li vir dikin xizmeteke alternatîv e. Divê perwerdeya Kurdî bibe mecbûrî.

Divê em biçin dersên hilbijartî jî hilbijêrin lê li gel wê, divê em dev ji daxwaza perwerdeya bi Kurdî ya mecbûrî bernedin û divê em her roj vê yekê di rojevê de zindî bigirin."

Serlêdanên kursên zimanê Kurdî yên Şaredariya Bajarê Mezin ku 7ê Sibatê dest pê kiribûn dê 16ê Sibatê bi dawî bibin.

Perwerdeya ziman jî dê 21ê Sibatê, di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de dest pê bike.