Kalkan: Sevra duyem tê, dê berdêlên girantir bi Tirkiyeyê bidin dayîn

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Duran Kalkan Kurd Rojavayê Kurdistanê Ereb Sûriye Tirkiye Sevr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Birêvebir a PKKyê Duran Kalkan diyar kir ku pêvajoya li Tirkiyeyê "Abdullah Ocalan bi rê ve dibe" û got ji bo encameke mayînde divê şert û mercên xebata azad bên dabînkirin.

Kalkan bûyerên li Sûriyeyê wekî "Sevra duyem" bi nav kirin û tekez kir ku tevî hemû êrişan şerê Kurd û Ereban hatiye astengkirin û helwesta "biratiya gelan" didome.

Duran Kalkan di hevpeyvîna xwe ya li gel Medya Haber TVyê de li ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a li Tirkiyeyê, hevdîtinên li Îmraliyê, şerê li Sûriyeyê û rîskên jeopolîtîk ên herêmî nirxandin.

"Ocalan pêvajoyê bi rê ve dibe"

Kalkan diyar kir ku pêvajoya nêzîkî salekê ye li Tirkiyeyê didome bi xwe Abdullah Ocalan bi rê ve dibe û li ser rewşa Îmraliyê ev tişt gotin:

"Şandeya DEM Partiyê, Komîsyona Parlamentoyê û parêzeran hevdîtin kirin.

Abdullah Ocalan ev derfet bi kar anîn û peyam dan beşên cuda û di Kongreya 12an a PKKyê de biryarên ku kesî nikarîbû bide girtin wî dan girtin, lê pêvajo hîn negihiştiye encameke mayînde.

Daxuyaniyên Devlet Bahçelî û banga ‘mafê hêviyê’ girîng in.

Lê êdî divê sîstema Îmraliyê were rakirin, Abdullah Ocalan bigihîje şert û mercên jiyan û xebata azad.

Bêyî ku ew bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe bipêşketineke mayînde dernakeve holê."

Kalkan got, "Derdorên berjewendîperest ji bo sabotekirina pêvajoyê her cure provokasyon kirin lê encam nestandin."

"Hêviya me ya ji Komîsyona Parlamentoyê nêzîkatiya demokratîk e"

Kalkan bi bîr anî ku Komîsyona Parlamentoyê guh daye her kesî û raporekê amade dike û wiha axivî:

"Tê gotin ku dê di raporê de ‘mafê hêviyê’ cih bigire û lihevkirinek heye.

Eger lihevkirinek hebe em difikirin ku dê nêzîkatiyeke demokratîk jê derkeve.

Di vî warî de hişyariyên DMMEyê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) û Konseya Ewropayê jî hene.

Eger Serokkomarî aştî û çareseriyê bixwaze, divê rê li ber Abdullah Ocalan veke ku vê pêvajoyê bi serkeftî bi rê ve dibe."

"Êrişên li Sûriyeyê aştiya Tirkiyeyê dikin hedef"

Kalkan şerê ku bi êrişên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dest pê kir û piştre hêzên girêdayî Şamê derbasî herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn nirxand û diyar kir ku ev rewş ji bo Tirkiyeyê ne "serkeftinek" e.

Kalkan wiha pê de çû, "Hinek kêfxweş dibin ku vîna Kurdan lawaz bûye lê ev şaşiyeke mezin e.

Peymana Parîsê ya 4ê Kanûna Paşîn (Sûriye-Îsraîl) û êrişên 6ê Kanûna Paşîn rasterast demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê hedef girtin.

‘Pirsgirêka bekayê’ ya ku Devlet Bahçelî behs dikir bi vê peymanê du qat zêde bû.

Wekî ku Ziya Gokalp gotiye; Bê Kurd Tirk, bê Tirk Kurd nabin. Eger Kurd lawaz bibin Tirk bi hêz nabin.

Kesên ku niha ji bo rûxandina rejîmê hinek şandin Sûriyeyê, dê sibê dorê bînin Tirkiyeyê.

Sevra duyem tê, dê berdêlên girantir bi Tirkiyeyê bidin dayîn.

Kesên vê yekê nebînin tê wê wateyê ku pêşiya pozê xwe nabînin."

"Kesên xwest şerê Kurd û Ereban derxînin bi ser neketin"

Kalkan bal kişand ser wê yekê ku di dema şerê Sûriyeyê de şerê Kurd û Ereban rû nedaye û ev tişt gotin:

"HSD ji gelek qadan bi biryara xwe vekişiya. Ereban serî hilda û ev birêveberî nerûxand.

Civaka Ereban gule berda şervanên Kurd, berevajî vê yekê gelek beşên Ereban ji bo ku bi Kurdan re li ber xwe bidin vekişiyan Rojava.

Dibe ku hinek serokên eşîran bi rejîmê re hevkarî kiribe lê biratiya gelan û hişmendiya neteweya demokratîk didome.

Sedema ku rêveberiya Şamê di êrişan de zehmetî kişand jî ev e.

Vê berxwedanê lîstika neteweperestên bi kincên ‘sîxuran’ ku dixwestin şerê Kurd û Tirkan derxînin jî xera kir."

Kalkan herî dawî got, "Kurd di serdema Osmaniyan de ji bo ewlehiya bajêr li Helebê hatibûn bicihkirin.

Îro kesên ku dibêjin em berdewamiya Osmaniyan in çavê xwe li van êrişan digirin, ev rewşeke cihê şermê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst