Guran 214 pezê wî mirar kiribûn: Xelkê Qersê ew bi tenê nehişt
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Têkorê ya Qersê ya Bakurê Kurdistanê guran 214 ser pezê kesekî telef kiribûn.
Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ku hat destpêkirin de zerera wî hat bicihanîn.
Li navçeya Têkorê ya Qersê 27ê Kanûna Paşîn gurek ketibû gova Alî Canpolat û êrişî pezê wî kiribû.
Di êrişê de 214 ser pezên Canpolat telef bibûn ku yekane çavkaniya debara malbata wî bûn.
Zarokan jî piştgirî da
Piştî bûyerê bi pêşengiya Qaymeqamiya Têkorê, Odeya Çandiniyê, Odeya Esnaf û Pîşesazkaran û Komeleya Muxtaran kampanyayeke alîkariyê hat destpêkirin.
Di kampanyayê de esnaf, muxtar û welatiyên ji Qersê bûn yek.
Heta zarokan jî bi pereyên di kompereya xwe de piştgirî da Alî Canpolat.
111 ser pez radestî wî kirin
Di encama kampanyayê de 111 ser pez hatin kirîn û radestî Elî Canpolat kirin. Beşa din a alîkariyê jî wekî pereyê nexd hat dayîn.
Xwediyê pez Alî Canpolat spasiya hemû kesên ku bûne alîkar kir û bi taybetî bal kişand ser alîkariya zarokan û got:
"Ez pir kêfxweş bûm, spasiya her kesî dikim. Ez bi taybetî spasiya wan zarokan dikim ku pereyên di kompereya xwe de ji bo min şandine."
Hişyariya sîgorteyê
Serokê Odeya Çandiniyê ya Têkorê Îsmet Hagî jî diyar kir ku ev bûyer ji bo hemû cotkaran bûye dersek û got:
"Dewlet ji sedî 50-60 piştgiriya sîgorteyê dide. Eger sîgorteya ajelan hebûya, dê sîgorteyê zerer bida.
Ez bangî hemû cotkaran dikim ku ajel û zeviyên xwe sîgorte bikin."
Hat ragihandin ku pereyên ku ji kampanyayê zêde mane jî dê di meha Remezanê de bi rêya Weqfa Piştgiriya Civakî li ser malbatên hewcedar werin dabeşkirin.