Mazlûm Kobanî: Yekrêziya Kurdî mezintirîn bersiv e bo şehîdan
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, “Yekrêziya partiyên Kurdî, mezintirîn bersiv e bo şehîdên serhildanê.” Rêveberiya Xweser jî diyar dike, “Serhildana 12ê Adarê mîrateke rasteqîn ya destpêkirina projeya guhertin û demokrasiyê li Sûriyê.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, bi boneya salvegera Serhildana 12ê Adarê, li hejmara xwe ya taybet li Twitterê peyamek belav kir.
Mazlûm Kobanî di wê peyama xwe de tekez kir, “Bi serxistina yekrêziya Partiyên Kurd, bersiva herî mezine ji bo şehîdên serhildanê.”
Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, hişmendiya ku komkûjiya Kurdan di Serhildana 12ê Adarê de pêk anîbûn, nehatiye guhertin û got, lê rewşa gelê Kurd hatiye guhertin, ew xurtir û bihêztir bûne.
Herwiha Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî bi boneya salvegera Serhildana 12ê Adarê de daxuyaniyek belav kir.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de dibêje, Serhildana 12ê Adarê mîrateke rasteqîn ya destpêkirina projeya guhertin û demokrasiyê li Sûriyê.
Rêveberiya Xweser herwiha tekezî li ser wê yekê dike ku dê têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd li ser armanc û rihê serhildana 12ê Adarê bidomînin.
Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Sûriyê jî kir ku dest ji înkarkirin û nîjadperestiyê berde û bi çavekî din li Sûriya pêşerojê binêre.
Roja 12.03.2004 li Qamişlo, ji bo listîka di navbera tîma ya fotbolê Fituwe ya Dêrezorê û tîma Qamişlo Cîhad, xelk li stadyomê kom bûbûn, bêhtirî 1200 alîgirên tîma Futuwe ji Dêrezorê çûbûn Qamişlo, wan bi xwe re li pêşiya çavên polîsan, kevir, dar, kêr gelek tiştên şer derbasî stadyomê kirin.
Di navbera wan û xelkê de şer derket, polîsan û hêzên emnî jî piştgiriya Dêriyan kirin (xelkê Dêre Zorê), parêzgarê Hesekê fermana gulebaranê da, di cih de 13 Kurd şehîd bûn, 3 ji wan zarok bûn.
Piştre li seranserê Rojavayê Kurdistanê, li Helebê, Şamê û bajarên din ku Kurd lê dimînin, Kurdan li dijî hikûmetê serî hildan.