Bi mûşekan êrişî Hewlêrê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û cihên niştecihbûn yên derdora wê bi hejmareke zêde ya mûşekan hatin armanckirin. Li gor agahiyên ber dest heta niha kesê canê xwe ji dest nedaye.
Îro saet derdora 01:06an de bi hejmareke zêde ya mûşekan êrişî Hewlêra Hewlêrê kirin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, 14 mûşek li avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û gundê Mele Omer û derdora wê ketine. Piştî êrîşê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li herêmê firinên pişkînînê kirin.
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku ti ziyanên canî çênebûne.
Mesrûr Barzanî: Hewlêr li ber tirsonekan çokê naçemîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Facebokê derbarê êrişê de daxuyanî da û ev êriş bi tundî şermezar kir.
Mesrûr Barzanî di peyam xwe de dibêje: “Hewlêr li ber tirsonekan naçemîne. Ez bi tundî vê êrişa terorî ya ser çend cihên Hewlêrê şermezar dikim û bangî xelkên leheng û mêrxasên Hewlêrê dikim, ku sebir bikin û rênîşanên dezgehên asayişê jî bi cih bihînin. Spasiya xweragirtina wê dikim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Hewlêr li ber tirsonekan çokê naçemînehttps://t.co/xUWNdmjBEz pic.twitter.com/yE5McekDKH
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 13, 2022
Xoşnav: Hêzên ewlehiyê di amadebaşiyê de ne
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav ji Rûdawê re ragihand, hêzên ewlehiyê di amadebaşiyê de ne û dê di saetên pêş de zanyariyên berfireh parve bikin.
Omîd Xosnav got, “Ev êrîşa terorîstî çawa û ji aliyê kê ve hatiye encamdan, dê di zûtirîn dem de were eşkerekirin û dê agahiyên pêwîst ji raya giştî re bê ragihandin. Em dikarin gelê xwe piştrast bikin ku rewşa Hewlêrê di bin kontrolê de ye. Cihê niştecihbûnê kirin armanc. Avaniya televîzyona Kurdistan 24 ziyanek mezin dîtiye, lê ti ziyanên canî çênebûne.”
Dema ketine çend mûşekan li #Hewlêr`ê pic.twitter.com/QzessAUTMz
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 12, 2022
Çend mûşek li avahiya Kurdistan 24ê ketin
Ji ber êrîşa mûşekî ya bo ser Hewlêrê zirarên madî gihîşte avahiya serekî ya kanala Kurdistan 24ê.
Ji ber êrîşa mûşekî ya bo ser #Hewlêr`ê zirarên madî gihîşte avahiya serekî ya kanala Kurdistan 24ê.https://t.co/xUWNdmjBEz
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 13, 2022
Wêne: Kurdistan 24 pic.twitter.com/WgpD7tRPV9
Dije Terora Kurdistanê: Bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kirin
Dije Terora Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li ser Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku Ji derveyî sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê bi mûşekên balîstîkî êrîşî Hewlêrê hatiye kirin.
Dije Terora Herêma Kurdistanê hinek zanayrî derbarê êrişa bi mûşekî ya îşev li dijî Hewlêrê de belav kirin.
Di daxuyaniya xwe de Dije Terora Herêma Kurdistanê da zanîn ku muşek ji derveyî sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê hatine avêtin.
Derbarê cureyê mûşekan de Dije Terora Herêma Kurdistanê eşkere kir ku bi mûşekên balîstîk êrişa îşev hate encamdan.
Dije Teror dibêje: “Li gorî zanyariyan demjimêr 01:00ê şevê bi 12 mûşekên balîstîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye armanckirin.”
Dije Teror herwiha da zanîn ki ji bilî ziyana maddî ti ziyaneke canî nebûye
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Dije Terora Herêma Kurdistanê dibêje: “Li gorî zanyariyan mûşek ji derveyî sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê, ji rojhilat ve hatine avêtin.”
Wezareta Navxwe: 12 mûşek hatin avêtin
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê herwiha derbarê êrîşa daxuyaniyek belav kir û ragihand; “12 mûşkên balîstîk arasteyî Konsolxaneya Amerîkayê hatin kirin.”
Di daxuyaniya xwe Wezareta Navxwe diyar kir ku polîs û saziyên ewlehiyê dest bi lêkolînan kirine û piştre em dê di derbarê encaman de raya giştî agahdar bikin.
Wezareta Navxwe êriş şermezar kir û got: “Em ji welatiyên xweşewîst ên paytext û gelê Kurdistanê re tekez dikin ku Hewlêr aram e û dê aram be.”
Firokexaneya Hewlêrê: Me ti geştên asmanî hilneweşandine
Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê: Em her kesî agahdar dikin ku çûn û hatinên firokexaneyê asayî ye û geştên asmanî hilneweşane.
“Hêzên ewlekarî dest bi lêkolînan kirin”
Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê jî derbarê êrişê de ragihand: Hêzên ewlekarî dest bi lêkolînan kirin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê herwiha got: “Em dê hûrgiliyên êrîşa bi mûşekan a li dijî Hewlêrê belav bikin.”
Amerîka: Êriş hêrsker û nîşandana tundrewiyê ye
Amerîkayê ragihand ku di encama mûşekbaranê de ti ziyan û qurbaniyek li ti avahiyeke hikûmeta Amerîka neketiye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, tevî ku têkez li ti ziyan û qurbaniyên wan nebûne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: Ji aliyê hikûmeta Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê ve lêkolînan destpê kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amrîka got jî, ev êrşî hêrsker û nîşandana tundrewiyê ye. Ew wê êrîşê protesto dikin.
Li Silêmanî û Helebce dengê teqînan
Ji aliyê din ve peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Pêşewa Bextiyar diyar kir ku li Silêmanî û Helebce jî dengê teqînên bihêz hatine bihîstin.
Peyamnêrê me got, "Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku ti cih nehatiye armanckirin, tenê dengê teqînê hatiye bihîstin."
Sedr: Kurd şahdamarê Iraqê ne û Hewlêr serî natewîne
Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û got, “Ji bilî nermbûn, serxwebûn û serweriyê, Hewlêr serî natewîne. Ez silav û hezkirina xwe ji gelê Kurd re radigihînim.”
Serokê Tevgera Sedr a Şîe ya Iraqê Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Twîtterê êrîşa mûşekî ya li dijî Hewlêra paytext şermezar kir.
Muqteda Sedr dibêhe "Hewlêr di bin agirê şikestwarî û şermezariyê de ye. Weke ku Kurd ne Iraqî bin rû bi rûyê birçîbûnê tê kirin. Lê ew şahdamarê Iraqê ne û ji Iraqê nayên perçekirin. Hewlêr ji bilî nermbûn, serxwebûn û serweriyê serî natewîne û çokê naçemîne.”
Sedr herwiah got, "Hezkirin û silav ji Hewlêr û we Kurdan re. Heta ku hikûmeta pirraniya neteweyî pêk were, sebir bikin."
Kazimî: Êrîşa ser Hewlêrê êrîşa li dijî ewlehiya gelê me ye
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî der barê êrîşa bi mûşekan a li dijî Hewlêrê de peyamek belav kir got, " Êrîşa ser Hewlêrê êrîşa li dijî ewlehiya gelê me ye.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got, "Êrîşa ku bajarê hêja Hewlêrê û şêniyên wê dike armanc binpêkirina ewlehiya gelê me ye.”
Kazimî amaje bi wê yekê jî kir, ku bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî encam daye û got, hêzên ewlehiyê dê lêkolînê li ser êrişê bikin û dê mijarê bişopînin.