Yekemîn agirê Newrozê li Amedê hat pêxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Yekemîn agirê Newrozê yê îsal bi awayekî sembolîk li Amedê hate pêxistin. Rêxistina HDPê ya navçeya Peyasê ya Amedê, li pêşiya avahiya xwe agirê Newrozê pêxist.

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang li  xelkê Kurdistanê kir ku di 21ê adarê de berê xwe bidin qada Newrozê û  newroza xwe bi cil û bergên kurdî pîroz bikin.

Armanca wan ew e ku îsal hejmareke zêdetir a xelkê tevlî şahiyên Newrozê bikin. Hevkarê me Maşala Dekak wê zanyariyên zêdetir bide me.

Serokê Komîteya  Amadekar a Newrozê Zeyad Ceylan, da zanîn ku ew ê li Amedê mal bi mal  xwe bigihînin 2 milyon şêniyên Amedê û hemûyan yek bi yek vexwînin  Newrozê.

Ceylan, destnîşan kir ku ew îsal bi dirûşma "Dem dema  serkeftinê ye" Newrozê pêşwazî dikin û ew di wê baweriyê de ne ku dê  bi sedan hezar kes li Amedê ji bo pîrozbahiya Newrozê bicivin.

Newroza Amedê roja 21ê mehê li Qada Newrozê tê pîrozkirin.