RIHA - Bi îdiaya ku molotof avêtine 3 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Curnêrê ya Rihayê bi îdiaya ku molotof avêtine 3 kes hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê, tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya navçeyê bi tohmeta "bi avêtina molotofê zererdayîna malê" ji bo girtina gumanbaran xebat da destpêkirin.
Kesên bi navê Î.H.D (17), Y.E.D (17) û M.S (16) bi operasyonekê hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê di lêgerîna li navnîşana gumanbaran de 2 demanceyên hişkeber û melzemeyên di çêkirina molotofê de tên bikaranîn, hatin bidestxistin.