Erdogan dê meha nîsanê here Îraqê

12-03-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îraq Serdan Ahmet Yildiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Yildiz diyar kir ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê meha nîsanê here Îraqê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Yildiz çû Bexdaya paytexta Îraqê.

Ahmet Yildiz diyar kir ku ew dê sibê li Bexdayê bi rayedarên Îraqî re hevdîtinan bike.

Yildiz got, “Emê sibê li Wezareta Derve ya Îraqê bi muxatabên xwe re hevdîtinan pêk bînin û pêwendiyên xwe binirxînin.

Ji bo civîna wezîran û serdana Serokkomarê me em dê amadekariyên xwe bikin.”

Herwiha Yildiz bal kişand ser giringiya Rêya Geşedanê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de û wiha pê de çû:

Korîdor û rêyên geşedanê amûrên girêdana serdemê û hêmanên bingehîn ên geşedanê ne.

Em vana li Ewropa û bi taybetî jî li herêma Balkanê ya nêzî xwe dibînin.

Ev pêwendiyê peyda dikin, aboriyê zindî dikin û pêbaweriyê di navbera welatan de peyda dikin.

Rêya Geşedanê ya ku dê di navbera Tirkiye û Îraqê de bê çêkirin dê hewcedariyek mezin bi cih bîne.

Tirkiye aboriyeke mezin e û cîranê Ewropayê ye. Îraq jî aboriyeke mezin bû û ez hêvî dikim dê dîsa wisa be.”

Serdana Erdogan a Îraqê

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Yildiz da zanîn, beriya ku meha nîsanê bi dawî bibe dê Serokkomarê Tirkiyeyê biçe serdana Îraqê.

Ahmet Yildiz wiha berdewam kir:

“Li gorî plan û amadekariyan beriya ku meha Nîsanê bi dawî bibe dê serdan pêk were.

Di serdana dawî ya Serokkomarê me ya sala 2012an de dema ku Serokwezîr bû ez li vir bûm.

Di vê navberê de li Enqereyê bi serokwezîran re hevdîtinên ku zêde ne serdanên dewletê bûn, hatin kirin.

Dema vê serdanê hatiye û înşelah beriya ku meha nîsanê bi dawî bibe dê pêk were.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst