MÊRDÎN – Dêya wê û birayê wê miribûn, Solînê jî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Solîna ku bi dêya xwe û birayê xwe re ji balkonê ketibû, îro canê xwe ji dest da.

6 ê Adarê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, dayîka ku kurê wê yê 5 salî li milê wê bû, xwest keça xwe ya ku dikir ji balkonê bikeve rizgar bike lê her sê ketin.

Semîre Akturka 33 salî dît keça wê ya ku nabîne (Solîn) dike ji balkonê bikeve.

Semîreya ku kurê wê yê 5 salî li milê wê bû hewl da keça xwe rizgar bike lê her sê ji balkona tebeqa şeşan a avahiyê de ketin.

Semîra û kurê xwe canê xwe (Ronî) ji dest dabû û Solîna 6 salî jî li nexweşxaneyê hatibû entubekirin.

Solîna ku şeş rojan li ber xwe da îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.