KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand ku li taxa Bedrê ya Kerkûkê baregeheke yekîneyeke taybet a Heşdî Şebiyê hatiye armanckirin.

Di encama vê êrişê de 4 kes hatine kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçegihanê Rûdawê ji çavkaniyeke agahdar piştrast kir ku ew hêz, girêdayî lîwaya 15an a Heşdî Şebiyê ye.

Li gorî agahiyên taybet ên ku gihîştine Rûdawê, hemû çekdarên ku di jûreke baregehê de bûn hatine kuştin û ti kes ji wan rizgar nebûye.

Tîm heta niha jî ji ber tirsa bombebarana ducare nikarin bikevin nav avahiya baregehê.

Navên kuştî û birîndaran

Li gorî agahiyên ewil, navên kuştî û yên birîndaran wiha ne:

KUŞTÎ

Elmaz Seyfedîn

Mihemed Necat

Ehmed Îzedîn

Eyad Elî

BIRÎNDAR

Ebdulah Esed

Necat Zeynelabidîn

Elî Îbrahîm

Yehya Şahîn Subhî

Mehdî Muntezer Elî

Salih Şikur Ebdullah

Ehmed Muemer Ebas

Piştî vê êrişê, berpirsên Heşdî Şebiyê bangî xelkê Kerkûkê kir ku ji bo alîkariya birîndaran berê xwe bidin nexweşxaneyan û xwînê bidin.

Heşdî Şebî

Heşdî Şebî hevpeymaniyeke komên çekdar e û sala 2014an ji bo şerê li dijî DAIŞê hat damezirandin.

Piraniya komên çekdar ên di nav Heşdî Şebiyê de wekî alîgir û hevpeymanên Îranê tên dîtin.

Di nav wan de gelek lîwayên cuda hene.

Ew bêyî vegera li hikûmeta Îraqê, di bin navên cuda û bi navê "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" çalakiyên leşkerî dikin.

Di destpêka êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê de, wan komên ku di bin navê "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" de kar dikin, berpirsyariya gelek êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê xistibû stûyê xwe.