Tom Barrack û Serok Mesûd Barzanî: Divê Herêma Kurdistanê ji şer were parastin
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Tom Barrack bi telefonê axivîn.
Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack pêwendiyeke telefonî pêk anî.
Di hevdîtinê de hat tekezkirin ku divê Îraq û Herêma Kurdistanê ji şerê niha yê li herêmê dûr bin û werin parastin.
Baregeha Barzanî li ser pêwendiya telefonî daxuyanî da.
Di pêwendiya telefonî de Tom Barrack silav û rêzên Donald Trump gihandin Serok Barzanî û ji ber rola Serok Barzanî ya di îdarekirina siyasetê û parastina asayîşa navçeyê ya bi serkirdayetiyeke hekîmane spasiya wî kir.
Nûnerê Amerîkayê ragihand ku Amerîka her tim wekî hevpeyman û dost li Herêma Kurdistanê dinêre û ew dê hevahengiya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidomînin.
Her wiha Tom Barrack tekez kir ku Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê xwedî pêgeheke girîng in û diyar kir ku ew dê alîkar bin da ku di vê rewşa aloz a niha ya navçeyê de pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be werin çareserkirin.
Serok Mesûd Barzanî spasiya Serok Trump kir û rêz û pêzanînên xwe ji bo wî anîn zimên û ji ber rola wî ya bibandor spasiya Tom Barrack kir.
Serok Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê her tim daxwaza seqamgirî û aramiyê ji bo tevahiya navçeyê dike û gelê Kurdistanê her tim baweriyê bi demokrasî, pêkvejiyan û diyalogê tîne.
Serok Barzanî got, "Em her tim bûne beşek ji çareseriyê û em qet nebûne û nabin beşek ji ti pirsgirêk û aloziyan."
Serok Barzanî di hevdîtinê de amaje bi wan êrişên nerewa kir ku ji aliyê hinek hêzên derveyî yasayê ve tên ser Herêma Kurdistanê.
Di dawiya pêwendiya telefonî de her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku pêwîst e Îraq û Herêma Kurdistanê ji vî şerî werin dûrxistin û parastî bin.