KOYE - Bi mûşekê êrişî kampeke PDK-Îyê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Êrişî Kampa Zewî Sipî ya PDK-Îyê ya li Koyeya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
Çavkaniyeke ji kampê got, ti ziyana canî çênebûye.
Demjimêr 19:00ê êrişî Kampa Zewî Sipî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ya li sînorê qezaya Koyeyê hat kirin ku taybet e bi jin, zarok û xelkê sivîl.
Çavkaniyeke ji kampê ji Rûdawê re ragihand, êriş bi dronê hatiye kirin lê ti ziyana canî nebûye.
Ev cara yekem e êrişî Kampa Zewî Sipî ya PDK-Îyê li Koyeyê tê kirin.
Piştî şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê ku îro 13 roj in berdewam dike, çend carên din jî sînorê qezaya Koyeyê, bi taybetî kampên Emîriyeyê û Azadiyê rastî êrişan hatine.