Umêd Xoşnaw: Parçeyekî dronekê li nêzîkî baregeha hêzên Îtalyayê ketiye xwarê
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, şeva borî dronek li asmanê Hewlêrê hatiye xistin û parçeyek jê nêzîkî baregeha hêzên Îtalyayê ya li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ketiye xwarê.
Parêzgarê Hewlêrê ji Rûdawê re da zanîn, parçeyek ji droneke hatiye xistin, li derdora baregeha hêzên Îtalyayê ya nêzîkî balafirgehê ketiye.
Umêd Xoşnaw diyar kir ku ketina parçeya dronê ti ziyaneke canî bi hêzên Îtalyayê neaniye.
Umêd Xoşnaw bal kişand ser girîngiya hebûna wan hêzan a li Herêma Kurdistanê û got:
"Ew hêz di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Şerê li Dijî DAIŞê de hatine vir û perwerdeyê didin Pêşmerge.
Herêma Kurdistanê gelek sûd ji wan dîtiye."
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê jî îro ragihand ku ew "ji nêzîk ve" şopandina rewşa baregeha xwe ya li Hewlêrê dikin.
Meloni di parvekirineke xwe ya li ser tora civakî Xê de hevxemiya xwe ji bo leşkerên xwe derbirî û got:
"Îtalya bi wê wêrekî û profesyonelîbûna ku hêzên me ji bo aştî û asayîşê nîşan didin, serbilind e."
Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto got, leşkerên wan di dema êrişê de çûne nav stargehên xwe û hemû bi silamet in, her çend êrişê ziyaneke madî pêk anîbe.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani êriş wekî "nayê qebûlkirin" bi nav kir.
Nêzîkî 300 leşkerên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê hene, ku erkê wan ê sereke perwerdekirina hêza Pêşmergeyan e.