Eniya Mela Qereyê ya Pêşmergeyan hat armanckirin: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê nahyeya Mela Qereyê ya li Mexmûrê Azad Cewher diyar kir ku di encama êrişeke bi dronan a li ser sînorê Eniya 6 a Hêzên Pêşmergeyan de 4 kes birîndar bûne.

Droneke din jî li nêzîkî nahyeya Dîbegeyê ketiye xwarê.

Azad Cewher ji Rûdawê re got, "Demjimêr 22:30an bi du dronan êrişî sînorê Eniya 6 a Pêşmergeyan hat kirin û di encamê de 4 kes birîndar bûn."

Di heman demê de, Fermandarê Hêza Xwebexş a li sînorê Çiyayê Qereçoxê, Xazî Feysel ji Rûdawê re got: "3 dron li ser asmanê navçeya Mexmûr û Çiyayê Qereçoxê re derbas bûn."

Fermandarê Hêza Xwebexş a sînorê Çiyayê Qereçoxê amaje bi wê yekê kir ku yek ji wan dronan li navbera gundên Eala û Xoşaw ên nêzîkî nahyeya Dîbegeyê ketiye xwarê.

Ev êriş di demekê de ye ku li gorî amarên heyî, ji 28ê Sibatê ve ku şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kiriye, Herêma Kurdistanê bi 277 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.

Di encama van êrişan de 5 kesan canê xwe ji dest daye û 24 kes jî birîndar bûne ku di nav wan de zarok jî hene.

Êriş û bombebaran heta îro bi vî rengî bûn:

Hewlêr: 233 êrişên bi dron û mûşekan li ser Hewlêrê navçeyên wê hatine kirin.

Silêmanî: 41 êriş li ser bajarê Silêmaniyê û navçeyên wê hatine kirin.

Dihok: Di rojên borî de 3 êriş bi çar dronan li ser parêzgeha Dihokê hatine kirin.

Helebçe: Herî kêm êriş li Helebçeyê pêk hatine, tenê di 7ê Adarê de bi du dronan êrişî Çiyayê Şinroyê yê parêzgehê hatiye kirin.