Duran Kalkan: PKK di şer de ne alî ye û em rêya sêyemîn in
Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkanê ku yek ji navên li pêş ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye derbarê şerê Îran-Amerîka û Îsraîlê de diyar kir ku “PKK di vî şerî de ne alîgirê pergala sermayeya gerdûnî ya serneteweyî ye û ne jî alîgirê statukoparêziya netewe-dewletê ye û rêya wan rêyeke sêyemîn e.”
Duran Kalkan şeva borî ji Medya Haber TVyê re li ser mijarên di rojevê de axivî.
“Em Rêya Sêyemîn in”
Kalkan diyar kir ku PKK di şer de ne alî ye û bal kişand ser "Xeta Siyasî ya Sêyemîn" û got:
"Em ne alîgirê pergala sermayeya gerdûnî ya serneteweyî ne, ne jî alîgirê statukoparêziya netewe-dewletê ne.
Em Rêya Sêyemîn in, em alîgirê Komara Demokratîk in. Em dixwazin pirsgirêk bi lihevkirinê bên çareserkirin.
Li Îranê vegera li berê teqez nabe lê çareserî dê çawa pêş bikeve girîng e.
Derket holê ku pergala dewletparêz ewlehiyê peyda nake, divê civak birêxistinkirî be, dewlet bi demokrasiyê bê hevsengkirin."
“Kurd girêdayî rûmeta xwe ne”
Kalkan li ser nîqaşên beşdarbûna hêzên Kurdan a şerê li Îranê amaje pê da ku Kurd ne di wê rewşê de ne ku bibin leşkerên ti kesî û bertek nîşanî şîroveyên ku dibêjin Kurd dê "di şerê herêmî de wekî amûr bên bikaranîn" da û berdewam kir:
"Hinek derdor ji bo ku Kurdan piçûk bixin dibêjin 'Dê ji filankes re leşkeriyê bikin.'
Kurd girêdayî rûmeta xwe ne, 50 sal in di pêşengiya PKKyê de xeta azadiyê girtiye.
Yên ku vê yekê li Kurdan bar dikin, bila li hevkariya xwe binêrin. Yên ku behsa biratiya Tirk û Kurdan dikin, divabû bibûna berdevk û parêzvanên Kurdên li Îranê jî.
Em wekî tevger her tim li gel gelê xwe yê Rojhilat in."
Kalkan bangî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kir ku azadiya xwe di demokratîkbûna Îranê de bibînin û Kurd, Azerî û Farisên ku bi sedsalan e bi hev re dijîn divê tifaqên demokratîk bi pêş bixin.