Li Sineyê 27 cih hatin bombebarankirin û 183 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava 24 demjimêrên dawî de li şeş bajarên parêzgeha Sineyê 27 cih bûn armanca êrişan û 183 kes birîndar bûn.

Alîkarê Parêzgarê Sineyê yê Karên Siyasî, Ewlehî û Civakî Elî Ekber Wermeqanî îro daxuyaniyek da.

Wermeqanî ragihand ku di pêla dawî ya êrişên Amerîka û Îsraîlê de yên ku ji nîvroya çarşemê ve dest pê kiriye, bajarên Seqiz, Bane, Dîwandere, Qurwe, Merîwan û Sewlawayê bi dijwarî hatine bombebarankirin.

Amarên birîndaran

Elî Ekber Wermeqanî got, "Li wan bajaran 27 cih hatine armanckirin û ji ber vê yekê 183 kes birîndar bûne.

Tîmên hewarçûnê birîndar veguhastine nexweşxaneyan."

Wermeqanî di daxuyaniya xwe de qalê ti kuştiyan nekir.

Li gorî amarên Wermeqanî, dabeşbûna birîndaran a li gorî bajaran wiha ye:

Dîwandere: 59 kes

Merîwan: 50 kes

Qurwe: 29 kes

Sewlawa: 25 kes

Bane: 18 kes

Seqiz: 2 kes

Elî Ekber Wermeqanî diyar kir ku tîmên parêzgehê ji bo nirxandin û tesbîtkirina qebareya ziyanên li herêmê xebatên xwe didomînin.

Zererên li avahî û şûnwarên dîrokî

Qaymeqamê Sineyê Xerîb Secadî jî doh ragihandibû ku heta niha li nav bajarê Sineyê 17 cih hatine bombebarankirin.

Li gorî gotina qaymeqam, ji bilî saziyên ewlehî û leşkerî, zerer gihîştiye 2 hezar avahiyên niştecihbûnê jî.

Birêvebirê Giştî yê Şûnwar û Mîratên Çandî yê Sineyê Puya Talibniya jî eşkere kir ku di encama êrişan de zerer gihîştiye hinek avahiyên dîrokî yên bajarê Sineyê.

Puya Talibniya anî zimên ku avahiyên wekî Asif, Salarseîd û Xesrewawayê di nav wan cihên zererdîtî de ne.

Îsraîl û Amerîka ji 28ê Sibatê ve êrişî Îranê dikin, li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî baregehên hêzên Îranê dibin hedef.