AK Partiyê daxwaza wergirtina şaredariya Mêrdînê kir

12-04-2019
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn HDP Ahmet Turk AK Partî Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – AK Partiyê bi hinceta ku berbijêrê serkevtî yê HDPê yê bo Şaredariya Mezin a Bajarê Mêrdînê, Ahmet Turk “kesekî bi temen û nexweş e û ji bo rêvebirina erka şaredariyê ne hêja ye”, bi awayekê fermî daxwaz ji Desteya Bilind a Hilbiajrtinên Tirkiyê kir ku berbijêrê wan li cihê Ahmet Turk bibe şaredar û dest bi kar bibe.

 

Bi armanca dûrxistina Ahmet Turk û wergirtina posta Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Rêxistina AK Partiyê ya Parêzgeha Mêrdînê îro serlêdana Desteya Bilinda Hilbijartinan a Tirkiyê kir.

 

Li gor agahiyan, di serlêdanê de AK Partiyê daxwaziyek pêşkêşî YSKê kir û têde ragihand ku berbijêrê serkevtî yê HDPê yê ji bo posta Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk pêştir “bi biryareke KHKê ji kar hatiye dûrxistin.”

 

AK Partiyê herwiha di daxwaznameya xwe de diyar kiriye, “Ahmet Turk kesekî bi temen û nexweş e û ji bo birêvebirina posta Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kesekî hêja û guncaw nîne.”

 

Rêxistina AK Partiyê ya li Mêrdînê herwiha daxwaz ji YSKê kiriye ku berbijêrê wan Mehmet Vecih Kahraman ku di hilbijartinên 31ê Adarê de piştî Ahmet Turk dengê duyem bi dest xistiye, li cihê wî weke Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dest bi kar bibe.

 

Lê belê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê hêj bersiva wê daxwaza AK Partiyê nedaye.

 

Ahmet Turk, berbijêrê HDPê bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di hilbijartinên 31ê Adarê de %56.24ê dengan bi dest xistiye û Mehmet Vecih Kahraman berbijêrê AK Partiyê jî tenê %38.53ê dengan bi dest aniye û di rêzbenda duyem de cih girtiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst