Galeriya wêneyan

12-04-2022
15 Photos
Bilind T. Abdullah

Seraya Kifrî ku yek ji şûnwarên mîrata Kifrî ye û dîroka wê vedigere berî 100 salan û xetera hilweşîna wê heye û niha jî bi heman şêweyê berê tê nûkirin.

Rêvebirê Şûnwarî li Kifrî Ubeyd Mihemed Elî ji Rûdawê re got: “Piştî serdana Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî biryara nûkirina Seraya Kifrî hat dayîn. Ev der yekane cihê keleporî ye ku weke xwe maye. Gelek cihên din ên Kifrî hatin xerakirin û piştguhkirin.”

Ubeyd Mihemed Elî amaje bi wê yekê kir ku ew dê piştî nûjenkirina wê derê Seraya Kifrî bikin navenda kulturî û beşekê weke muzexaneyê bikar bînin.

Seraya Kifrî rûbereke 456 metreçargoşe ye ku ji du qatan pêk tê, şiklê wê çargoşeyî ye û du deriyên sereke hene, yek li bakurê navçeyê û ya din jî li başûr e. Hemû alavên tê de tên bikaranîn yên Kifrî ne. Avahî ji dar, kevir û qassal hatiye çêkirin.

Ev seray di sala 1919 an de ji aliyê Îngilîzan ve hatiye çêkirin û heta dawiya salên 1970î weke fermangeha mirî hatiye bikaranîn.

Navçeya Kifrî bajarekî kevnar e li Başûrê Kurdistanê ye û gelek mîras û şûnwarên wê hene û piraniya şêniyên wê Kurd inê lê tê de Tirkman û Ereb jî  dijîn. Navçe bi 122 kîlometreyan li başûrrojhilatê Kerkûkê ye.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw