'Darên ku li Efrînê tên birîn ji bo Tirkiyê tên şandin'
Hewlêr (Rûdaw) - Di raporeke herî nû de, her du rêxistinên Lêlûn, ku rêxistineke xelkê Efrînê ye û Sûriyên ji Bo Rastî û Dadmendiyê, zanyariyên herî nû derbarê birîna darên daristanên Efrînê de belav kirine. Lonjîn Xelîl Ebdo, Rêvebera Cîbicîkar ya Rêxistina Lêlûn di derbarê amadekirina vê raporê zanyarî dane Rûdawê diyar kir ku darên Efrînê ji bo 2 armancan tên birin “Hedefa sereke bazirganiyê pê bikin, ya duyem jî ji bo şewitandinê li xizmên xwe belav bikin.”
Li gorî dîmenên daristaneke herêma Efrînê ku roja 9ê tebaxa 2017an, wate berya dagîrkirina herêmê hatiye kişandin û dîmenê heman daristanê ku roja 12ê sibata 2023 hatiye kişandin, dar hatine birîn û li şûna wan kampa Ereb û Tirkmenên hawirde hatiye dirustkirin.
Her du rêxistinên Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê û Lêlûn, di raporeke hevbeş de, hejmareke mezin ji dîmenên ku birîna daristanên Efrînê belge dikin belav kirine.
Lonjîn Xelîl Ebdo, Rêvebera Cîbicîkar ya Rêxistina Lêlûn zanyarî derbarê amadekirina vê raporê dane Tora Medyayî ya Rûdawê.
Rêvebera Cîbicîkar ya Lêlûnê Lonjîn Xelîl Ebdo "Me li 114 cihan lêkolîn kir û bi 36 şahidan re hevdîtin çê kir. Yên ku me bi wan re hevdîtin çê kir hinek xelkê efrînê ne, hinek jê koçber in û hinek jî ji artêşa niştimaniyê ne. Qutkirina daran ji sala 2018an heta niha bi sedhezaran in. Di vê raporê de me qutkirina daran ên ne qanûnî diyar kir, lê belê em li ser Efrînî bi giştî deng nakin ji ber ku pir cih hene ku em ne gihiştinê û me lêkolîn nekiriye. Lêbelê em gihiştin reqemeke qutkirina daran li Efrînê. Hin jî me diyar kir ev cihên ku pir zirar lê bûne wek Qitmê, Kefir Cenê, Meşalê, Baflorê. Û kê ev daran qut kirin, wek Qitmê Cebhe Şamiye ev dar qut kiribûn. Ev dar ji bo du hedefan tên qutkirin. Hedefa sereke bazirganiyê pê bikin, ya duyem jî ji bo şewitandinê li xizmên xwe belav bikin. Piştî ku dar tên qutkirin ên baş dişînin Tirkiyê ji bo pîşesaziyê, ên din jî difroşin û pê bazirganiyê dikin."
Di daxuyaniyeke taybet de, Leman Xelîl, berdevka Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ji Rûdawê re aşkere kiribû ku heta niha 2 milyon dar li Efrînê hatine birîn, ji wan 1.100.000 darên daristanî ne.