Li Sineyê frêna barhilgirekê teqiya: 5 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 5 kes mirin.
Birêvebirê Polîsê Rêyan ê Sineyê Hemîdreza Ebdulmelikî ragihand, qeza doh êvarî li rojhilatê bajarê Sineyê û li ser rêya Sine û Merîwanê qewimiye.
Birêvebirê Polîsê Rêyan ê Sineyê Hemîdreza Ebdulmelikî got:
“Di qezayê de barhilgirekê li 4 kesên ku li kêleka rê sekinîbûn daye û piştre wergeriyaye.”
Hemîdreza Ebdulmelikî da zanîn ku her 4 kes û şofêrê barhilgirê mirine.
Birêvebirê Polîsê Rêyan ê Sineyê derbarê sedema qezayê Sineyê ragihand, di lêkolînên destpêkê de diyar bûye ku frêna kamyonê teqiyaye û şofêr nekariye kontrol bike.