Nêçîrvan Barzanî Patrîkê nû yê Kildanan pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber hilbijartina wî ya wekî Patrîkê nû yê Dêra Kildanan a cîhanê, Patrîk Mar Polsê Sêyem Nona pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartina Patrîk Mar Polsê Sêyem Nona wekî patrîkê nû yê Dêra Kildanan a cîhanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo mafên pêkhateyên olî kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha "pîrozbahiyên xwe yên herî germ" pêşkêşî Patrîkê nû kirin.
Nêçîrvan Barzanî di "erka wî ya pîroz" a xizmetkirina dêrê û peyrewên Dêra Kildanan de jê re serkeftin xwest.
"Kesayetiyekî dînî yê naskirî ye"
Serokê Herêma Kurdistanê, Mar Polsê Sêyem Nona wekî "kesayetiyekî olî yê naskirî û xwedî ezmûneke dewlemend" pênase kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha hêvî xwest ku hilbijartina wî bibe cihê xêrê û kûrkirina zêdetir a ruhê efûkirin, bihevrejiyan û hevdûqebûlkirina di navbera hemû pêkhateyan de.
"Dergûşa hemû pêkhateyan e"
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de, careke din peyama dilniyayiyê da pêkhateyan û ragihand:
"Em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê dê wekî her tim dergûşa parastî ya hemû pêkhateyên dînî û neteweyî bimîne."
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ew dê bi temamî piştgiriyê bidin welatiyên Xiristiyan.
Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku ev piştgirî ji bo parastina maf, nasname û dîroka wan a resen e, çi li Herêma Kurdistanê be û çi jî li Îraqê be.