Cejna Paskalyayê li Mêrdînê bi peyamên pêkvejiyanê hat pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Suryaniyên li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, beşdarî ayîna Cejna Paskalyayê (Cejna Vejînê) ya li Dêra Kirklarê bûn.

Bawermendên Xirîstiyan bi zarokên xwe re çûn dêrê, mûm vêxistin û diayên xwe kirin.

"Hêviya me rawestandina şeran e"

Metropolîtê Mêrdîn û Amedê yê Suryaniyan Salîba Ozmen bal kişand ser şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û got:

“Baweriya min ew e ku şer û rûdanên nexweş ên li Filistîn, Libnan, Îraq, Sûriye û Îranê bi saya îrade û jîriya welatê me, heta asteke mezin dê aram bibin.

Welatê me welatekî mezin e. Bi hêviya Xwedê ev yek dê bibe wesîleya rawestandina van şeran."

Bi 4 zimanan sirûd hatin xwendin

Di ayîna ku bi pêşengiya Metropolîtê Mêrdîn û Amedê û peywirdarên olî yên dêrê ve hat lidarxistin de, koroyê bi zimanên Tirkî, Erebî, Îbranî û Suryanî sirûdên olî xwendin.

Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun jî beşdarî merasîmê bû û bal kişand ser pêkvejiyana baweriyan a li bajêr.

"Em şahiya cejnê bi hev re dijîn"

Tuncay Akkoyun kêfxweşiya xwe ya ji ber aştî û pêkvejiyana li Mêrdînê anî ziman û got:

"Salên dûdirêj in ku em li Mêrdînê bi xwişk û birayên xwe yên xwedî baweriyên cuda re bi hev re dijîn.

Metropolîtê me û nûnerên din ên weqfan di meha Remezanê de bûn mêvanên sifreyên me yên fitarê û me bi hev re fitara xwe vekir.

Di Cejna Remezanê de em bi hev re bûn û me şahiya cejnê bi hev re parve kir. Îro jî Cejna Paskalyayê ye û em dîsa vê şahiyê bi hev re dijîn.

Lewma ev rojên taybet dê bibin wesîleyên gelekî girîng ji bo xurtbûna yekîtî, bihevrebûn û biratiya me."

Paskalya ango Cejna Vejînê

Li gorî baweriya Xirîstiyanan, Hezretî Îsa piştî ku hatiye çarmixkirin bi 3 rojan ji nû ve zindî bûye.

Ji ber vê yekê ev cejn bi navê Cejna Vejînê ango Paskalyayê tê pîrozkirin.

Divê were gotin ku li Mêrdînê nêzîkî 4 hezar Xirîstiyanên ji mezhebên Katolîk, Ortodoks û Protestan dijîn.