Artêşa Nîjeryayê bi 'xeletî' 56 sivîl kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Nîjeryayê bi xeletî operasyoneke asmanî pêk anî û di operasyonê de 56 sivîlan canê xwe ji dest da.
Li gorî nûçeyên di medyaya Nîjeryayê de, artêşa wî welatî bi xeletî êrişeke asmanî biriye ser bazara Jililiyê.
Ev bazar li ser sînorê her du parêzgehên Yobe û Bornoyê ye.
Hat diyarkirin ku di êrişê de 56 sivîl mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Armanca êrişê Boko Heram bû
Di rastiyê de armanca wê operasyona leşkerî û êrişa asmanî endamên Boko Heramê bûn.
Lê artêşê bi xeletî li şûna çekdaran, bazareke qelebalix a sivîlan bombebaran kir.
Şêwirmendê Taybet ê Kar û Barên Ewlehiyê yê Parêzgarê Yobeyê Abdulsalam Dahiru li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Abdulsalam Dahiru di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî bûyerê hêzên ewlehiyê çûne herêmê.