Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Tora Medyayî ya Rûdawê, daxuyaniya Konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê belav kir, ew daxuyanî bi taybet di torr û malperên civakî de rastî nerazîbûna çalakvanên siyasî û sivîl yên kurd hat. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê jî dibêje, eger wisa be wê demê ew nivîs nêrîna fermî ya Îranê nîne.
Konsulxaneya Îranê ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, duh daxuyaniyek bi navê “Nêrînek li ser pêwendiyên Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê” li ser malpera xwe belav kiribû û tê de Komara Kurdistanê wek “hikûmetek çend roje ya komunîstî” bi nav kiribû her wiha îdia kiribû ku kurd dixwazin ji xwe re ziman, dîrok û çandekî çêbikim di demekî de ku kurd kêmîneyeke etînkî ya îranî ne û zimanê kurd jî tenê zaraveyeke îranî ye û ji komek peyvên farsî, erebî û tirkî pêk hatiye.
Piştî ku ev mijar ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hat belavkirin, rastî nerazîbûna kurdan hat ji ber wê jî Konsulxaneya Îranê bêyî ti daxuyaniyekê ev mijar li ser malpera xwe rakiriye.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, Nazim Debax jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, li gorî ku ew nivîs li ser malpera Konsulxaneya Îranê ya li Silêmaniyê hatiye rakirin wê demê ev nîşan dide ku ev mijar bi nezanî hatiye belavkirin yan jî eger bi enqest be nêrîna fermî ya komara îslamî ya Îranê temsîl nake.
Nazim Debax, her wiha diyar kir ku hinek tişt nayên înkarkirin û ti kes nikare netewbûna kurdan înkar bike, ji ber ku kurd xwedan dîrokeke dûr û dirêj e û welatê kurdan jî ji aliyê dagîrkeran ve hatiye perçekirin û di şert û mercên îro de li welatên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê de dijîn û hewl didin di çarçoveya wan welatan de mafên xwe bidest bixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse