ŞINGAL - Li Sinûnê nahêlin çapemenî proseya hilbijartinan bişopîne
Şingal (Rûdaw) – Li komelgeha Borik a Sinûnê ya ser bi Şingalê, hêzên Iraqê nahêlin çapemenî proseya hilbijartinan bişopîne.
Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim ragihand ku proseya hilbijartinên Parlementoya Iraqê li navçeya Şingal û derdora wê dest pê kiriye, lê belê li hinek deveran pirsgirêk derdikevin pêşiya dengder û çapemeniyê.
Peyamnêrê me ji komelgeha Borik ku komelgeha herî mezin e û piraniya dengderên nahiyeya Sinûnê li wê derê ye diyar kir ku leşkerên Iraqê li ber deriyê binkeya dengdanê rawestiyane û nahêlin peyamnêr biçin nav binkeyê û proseya dengdanê bişopînin.
Her çi qas peyamnêrê me hewl daye proseya hilbijartinan bişopîne jî, bi ti awayî rê nedane ku ragihandin derbasî binkeyê bibe.
Li komelgeha Borikê welatiyekî ji Rûdawêre diyar kir ku wan bi aramî dengê xwe dane û dibêje: “Em dixwazin namzedên me bi ser bikevin û namzedên ku bi ser bikevin jî ji bo Şingalê bixebitin.”
Herwiha welatiyekî jî eşkere kir ku dema dengdanê de hinek kesan astengî derxistine pêşiya wan, lê belê wan jî bi dilê xwe dengê xwe dane.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê îro di saet 07:00an de dest pê kir.
Li Parlamentoya Iraqê 328 kursî hene, ku 6 hezar 986 namzed hevrikiyê ji bo wan dikin. Nifûsa Iraqê 37 milyon e, ku ji wan 24 milyon kes xwediyê heqê dengdanê ne.