Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî malbat û kesukarên Serokê Komara Kurdistana Sor û siyasetmedarê Kurd Wekîl Mistefayev kir. Barzanî got ku jer kesek xizmeta gelê xwe kiribe û li nav dilê mîlletê xwe da be ew herdem nemir dimîne.
Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku îro Yekşemê (12.05.2019) li navçeya Pîrmam a Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li malbat û kesukarên siyasetmedar û serkirdeyê Kurdên Wekîl Mistefayev kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Wekîl Mistefayev serxweşî û hevxemiya xwe bi malbat û kesukarên wî gihand û Wekîl Mistefayev bi têkoşerekî mezin ê Kurd û xwedan helwest pênase kir.
Barzanî amaje kir ku her kesek ku wek Wekîl Mistefayev xizmeta gelê xwe kiribe û li nav dilê mîlletê xwe de be ew herdem nemir dimîne.
Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê mala hemû Kurdan e û ev welat bi xwîna şehîdan dirust bûye û bi xwîna şehîdan jî tê parastin.
Di beramber de malbata Wekîl Mistefayev jî spasî li Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo pêşwazîkirin û girîngîdana xwedê cenazeyê Wekîl Mistefayev û herwiha bi ax spartina termê wî li Kurdistanê. Malbata Mistefayev herwiha Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê bi cihê hêviya ji bo hemû Kurdên cîhanê wesif kir.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse