HPG: Du gerîlayên jin li Zapê jiyana xwe ji dest dan
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê çekdarî yê PKKê nasnameya 2 gerîlayên xwe aşkere kir û ragihand, herdu gerîla di şer û pevçûnên li gel hêzên artêşa Tirkiyê de li herêma Zapê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê îro Pêncşembê 12ê Gulana 2022an di dauxyaniyekê de aşkere kir, ku di meha Nîsanê de 2 gerîlayên wan li herêma Zapê di pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.
HPGê nasnameya gerîlayan wiha ragihandiye:
Sevim Dayar bi navê kod Viyan Botan ji Şirnex a Bakurê Kurdistanê û Dilvîn Ato ya bi navê kod Eylem Ronî ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê.
Li gor daxuyaniyê, herdu gerîla endamên YJA Starê bûne û di 14ê Nîsana îsal de li devera Zapê di şerekî li dijî hêzên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Hatiye gotin, ku her du gerîla sala 2014an tevlî refên PKKê bûne.
HPGê pêr jî nasnameya 4 gerîlayên xwe aşkere kiribû û ragihandibû, di şer û pevçûnên li dijî hêzên Tirkiyê de li deverên Zap û Avaşînê jiyana xwe ji dest dane.
Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsanê ve li sînorê navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve û bi taybet li deverên Zap, Avaşîn-Basyanê li dijî PKKê operasyoneke nû bi navê operasyona Pence-Kilît daye destpêkirin ku hêj didome.
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan beriya çend rojan di daxuyaniyekê de gotibû ku ji destpêka operasyonê ve artêşa Tirkiyê 300 serbazên xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di daxuyaniya xwe ya 4ê Gulanê de ragihandiye, ku ji destpêka operasyonê ve heta wê demê 63 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.