Xelkê navçeyên erhejê hewl didin vegerin jiyana asayî

Meletî (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê mexdurên erhejê hewl didin vegerin jiyana asayî. Mexdûreke erdhejê ya ji Amedê tevî ku derfetên wan hene ji herema erhejê vegerin lê sedema ku li Meletiyê dimînin wiha tîne ziman “Di xweşiyê de me nanê Meletiyê xwar, îro xera bûye bi me nakeve em meletiyê di vê rewşê de bihêlin.”

Li keviya navçeyên ku erdhêjê ew serobin kirine stargeh ango konbajarên ku mexdûr lê hatine hewandin. Li jor germa pêşhavînê, li jêr dilsariya li hemberî jiyaneke hemçax. Bi deh hezaran jin di bin konan de hewl didin him bixwe li jiyanê berdewambin û him jî hêlîna ku hilweşiya ye di van şert û mercan de bi ser hev de bînin.

Sultan xanima ku niha xalîçeyekî ku ji bermahiyan anî ye û hewl dide wî bişo û li konê ku tevî 3 zar û hevjînê xwe serê xwe daye binî raxe û wê bişibîne malekê. Tevî ku bixwe xelka Amedê ye û derfet heye ku biçe li wir di xaniyekî de bijî lê sedema mayîna wan li vir balkêş e.

Mexdûra erdhejê Sûltan Yilmaz got “Min ji zilamê xwe re got li wir ka emê çawa bikin? Got çaxa ku Meletî xweş bû, em li wir bûn, me nanê wî xwar, îro Meletî xera bûye, bi me nakeve ku Meletiyê di vê rewşê de bihêlin û herîn. Belkî îro hilbijartin nêz e, jibî nakin lê piştî hilbijartinê bila kes me jibîr neke. Bila xaniyê me saxlem çêbibe. Dewlet halê me dibîne, serokkomarê me halê me dibîne, soz dane me, hîm danîn.”

Bi deh hezaran jinên ku ji mercên jiyanî yên hîjyen, xwarin vexwerineke bi rêkûpêk, cilûberg û sihhetê dûr in, li hêlekê jî hewl didin zarokan bigihînin jiyanê ji wan re bibin bask û pî. Hema bêje temamê wan bi cilûbergên kevn yên ku xelkê şandine dijîn. Li wan konbajarên ku hatine çêkirin jî bi piranî jêrxan, av, kareba û mercên din nîn in.

Mexdûra erdhejê Hîlal Koç dibêje “Germ e, welle em nikarin di çadiran de rûnên. Li pêşiyê darên mişmişan hene, dem derin li binê wan rûdinên heta êvarê li wan deran in. Êvarê wexta sar dibe em tên lê havînan çawa bikin em nizanin. Gava baran dibare zehmet dibe.”

Mexdûra erdhejê Bircan Pektaş got “Rewş zehmet e lê em neçar in. Em nikarin bikevin nav malan, zarok ditirsin newêrin bikevinê.”

Welehî zehmet e lê em çi bikin, em nikarin bikevin hundirê malan. Zarok ditirsin ku bikevin hundir. Zilamê xwedî pêdawistiyên taybet e û mûçeyeke wî heye em pê serê mehê tînin.

Di herdû erdhêjên 6ê sibatê de ku li gor amarên fermî zêdetirî 50 hezar kesî jiyana xwe jidest da. Bi deh hezaran kes koçber bûn û li 11 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan kes mexdûr bûn. Hewleke zêde tê dan ku hemû welatî li stargeha bêne civandin û bajar ji nû ve bêne çêkirin. Lê li gor tabloya heyî ji bo vê jî wexteke dirêj pêwîst e.